UNICEF: Karesatên avhewayê zarokên keç ji dibistanê dûr dixe

  • 14:03 10 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî hişyariya nû ya UNICEF’ê, guherîna avhewayê êdî ne tenê gefê li jîngeh û tenduristiyê dixwe, rasterast bandorê li pêşeroj û perwerdeya zarokan jî dike. UNICEF’ê da zanîn ku herî zêde zarokên keç ji van encaman zirarê dibînin.
 
Li seranserê dinyayê bi milyonan zarokên keç ji ber bandorên guherîna avhewayê, ji girtina dibistanan û koçberiyê bigire heta zêdebûna berpirsyariyên navmalî û metirsiya zewaca di temenê biçûk de, di bin gefa windakirina derfetên perwerdeyê de ne.
 
UNICEF’ê, bal kişand ser bandora zêde ya guherîna avhewayê ya li ser perwerdeya zarokan û diyar kir ku di dema bûyerên hewayê yên dijwar ên wek germahî, bahoz û şewatên daristanan de, zarokên keç li gorî zarokên kur zêdetir di xetereya terkandina dibistanê de ne.
 
‘Ji ber bûyerên hewayê zarok dev ji dibistanê berdidin’
 
Di analîzek ku îro hatiye weşandin de, rêxistinê diyar kir ku ji ber bûyerên hewayê yên dijwar, par li 106 welat û herêman perwerdeya nêzîkî 171 milyon xwendekaran ango ji her 10 zarokan yekê asteng kir.
 
Li gorî analîzê, dema karesatên avhewayê zirarê didin dibistanan, dibin sedema betalkirina dersan a ber bi fêrbûna ji dûr ve. Zarokên keç ji vê yekê bi awayek nehevseng bandor dibin. Lêkolînê destnîşan kir ku astengiyên di pêvajoya perwerdeyê de an girtina dibistanan, îhtîmala ku zarokên keç bi temamî dev ji dibistanê berdin zêde dike. UNICEF’ê destnîşan kir ku zirara li dibistanan û her wiha tesîsên av û paqijiyê, ligel koçberî û windakirina dahata malbatê barên zêdetir li ser keçan dike. Barên wek lênêrîna endamên malbatê û hilgirtina avê û ji bo wan berdewamiya xwendinê dijwartir dike.
 
Hişyarî da
 
Rêxistinê hişyarî da ku ev zext dikarin metirsiya zewaca temenê biçûk jî zêde bikin û dema ku dibistan ji nû ve bên vekirin, vegera perwerdeyê ji bo keçan hîn dijwartir bikin. Li gorî analîzê, bahozên ku par li seranserê cîhanê bandor li nêzîkî 109 milyon xwendekaran kirin, sedema sereke ya astengiyên perwerdeyê yên têkildarî avhewayê bûn. Di heman heyamê de, lehiyan bandor li herî kêm 70 milyon kesan kir. Di heman demê de pêlên germê perwerdeya nêzîkî 50 milyon zarok û ciwanan asteng kir.
 
UNICEF’ê diyar kir ku di analîzê de li şûna ku tenê xwe bispêre daneyên hikûmetê, wê rêbazeke nûjenkirî li ser bingeha agahiyên ku ji hêla rêxistinên alîkariyê û medyaya herêmî ve hatine berhevkirin bikar aniye.
 
Nêzîkî milyarek zarok xeteriyê dijîn
 
Rêxistin texmîn dike ku nêzîkî milyarek zarok ku nêzîkî nîvê nifûsa zarokan a dinyayê ye, li welatên ku ji ber şokên avhewa û jîngehê di xetereyek pir zêde de ne dijîn. UNICEF her wiha hişyarî dide ku windakirina derfetên perwerdê û kêmbûna jêhatiyên xwendin û nivîsandinê û hejmartinê yên ji ber vê yekê, dikare newekheviyên gerdûnî kûrtir bike û bibe sedema windakirina dahata jiyanê ya herî kêm 200 milyar dolarî.
 
UNICEF’ê destnîşan kir ku piraniya zarokên bandor bûne, di dema rewşên awarte yên avhewayê de, ji bo pêkanîna domandina perwerdê çavkaniyên pêwîst nîne, gelemperî li welatên bi dahata kêm an jî navîn in dijîn.