Dê li Mûşê li çar navendan bîranîn bên lidarxisin

  • 14:26 9 Îlon 2026
  • Rojane
MÛŞ -Li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê yên Mûşê û her wiha li navenda bajarê Mûşê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dê bernameyên bibîranînê bên lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristanê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), dê ji bo kesên ku di demên cuda yên têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgir  û li navenda bajarê Mûşê çalakiyên bibîranînê bên organîzekirin.
 
Çalakiyên bibîranînê dê sibê saet di 09:00'an de dest pê bikin û sê rojan bidomin; cihên çalakiyan wiha ne:
 
Navenda Bajarê Mûşê: Salona Dawetê ya Asmali Konak
 
Gimgim: Salona Dawetê ya Varto, Taxa Gumgum
 
Kop: Rêya nexweşxaneya kevin, cihê Îpek Mobîlya, Taxa Cumhuriyetê
 
Milazgir: Salona Dawetê ya Zeryan
 
Piştî çalakiyên bibîranînê yên du rojî, roja Şemiyê, 12'ê Îlonê, li Salona Dawetê ya Zeryan a li navçeya Milazgirê, dê bernameyeke hevpar a bibîranînê ya ku hemû navçe tê de beşdar dibin, were lidarxistin.