Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi Kurdî bang kir
- 15:42 7 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyem a sala xwendinê ya nû de, li Kobanê bertekên li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê berdewam dikin.
Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî hefteyê 3 demjimêr veqetandine, îro li navçeya Şêranê ya Kobanê ji aliyê mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran ve daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Alya Mistefa û bi zimanê erebî jî ji aliyê mamoste Emel Xelîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê dayikê nasname û hebûna neteweyî ye, lewma mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û mirovî ye.
Mamoste û xwendekaran diyar kir ku "Sînordarkirina zimanê kurdî di sîstema pewredeyê de xizmeta hêviyên aştî, aramiya civakê û avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk nake.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên peywendîdar hat kirin ku vê biryarê betal bikin û sîstema perwerdeyê li ser bingeha wekhevî, pirrengî, pirzimanî û rêzgirtina li ber mafên hemû pêkhateyan, ji nû ve saz bikin.







