Bibîranîna pakrewanên Geverê bi serdanan didome
- 12:19 27 Tebax 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Bibîranîna pakrewanên Geverê ya bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê, li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê tê lidarxistin di roja sêyemîn de bi serdanên girseyî didome.
Bibîranîna ji bo pakrewanên Geverê tê li darxistin didome. Di roja sêyemîn de sînevizyona ji axaftinên pakrewanan pêk dihat, hate nîşandan û girse dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” berz kirin. Îro dê ji bo şehîdan, mewlûd bê dayîn. Herwiha di bîranînê de endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş û parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan dê axaftinan bikin.
Bibîranîn, bi serdanên didome.







