Li Sûriyeyê Kurd li ser rêveberiyê ne: Îlham Ehmed bû parlamenter

  • 12:10 27 Tebax 2026
  • Rojane
RIHA - Hûrgiliyên hevdîtina di navbera Heyeta Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de derketin holê. Piştî ku Mezlûm Ebdî ragihand ku hebûna leşkerî ya HSDê bi dawî bûye, derket holê ku Ebdî dê bibe musteşarê Serokkomarê Sûriye û Îlham Ehmed jî dê bibe parlamantera Sûriyeyê. Her wiha hate destnîşankirin ku Kurdî bû zimanê duyemîn ê fermî.
 
Heyeta Rojavayê Kurdistanê û heyeta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 25ê Tebaxê de civiyan û li ser bend û xalên peymana 29ê Çileyê gotûbêj kirin û axivîn.
 
Di dawiya civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Sûriyeyê ragihand ku HSDê xwe fesix kiriye û li ser pêvajoya entegrasyonê xebatên xwe didomînin.
 
Hûrgiliyên hevdîtina ku beriya du rojan li paytexta Sûriyeyê Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê de pêk hatibû, hêdî hêdî derdikevin holê.
 
Piştî hevdîtinê, Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da û ragihand ku wan dawî li hebûna leşkerî ya HSDê aniye. Piştî vê daxuyaniyê, di çapemeniyê de derbarê erka Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed a di hikûmeta navendî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa YPJê agahiyên girîng cih girtin.
 
Ebdî dibe musteşar, Ehmed dibe parlamenter
 
Li gorî çavkaniyên li herêmê ku agahî dan ajansa me; hat piştrastkirin ku Mezlûm Ebdî dê wekî musteşarê Serokkomariya Sûriyeyê bê tayînkirin. Her wiha Îlham Ehmed jî dê ji kotaya Serokkomariyê bibe Parlamentera Meclisa Sûriyeyê û di xebatên dîplomasiyê de bi erk û berpirsiyarî rabe.
 
Kurdî dibe zimanê duyemîn ê fermî
 
Di çarçoveya peymanê de zimanê Kurdî li seranserî Sûriyeyê wekî zimanê duyemîn ê fermî hat qebûlkirin. Li herêmên Kurdan dê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê birêxistinkirin. Wê di vê çarçoveyê de komîsyonek taybet bê avakirin, materyalên perwerdehiyê yên bi Kurdî amade bike û pergala perwerdehiyê saz bike.
 
Pozîsyona YPJ'ê zelal bû
 
Derbarê mijareke din, hebûna leşkerî ya YPJ'ê de, encamnameyek hatiye girtin û hatiye hînbûn ku ev pozîsyon dê di demjimêrên pêş de li ser malpera fermî ya YPJ'ê were ragihandin.