Li Geverê şîna ji bo têkoşerên azadiyê didome
- 11:35 26 Tebax 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Şîna ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di roja duyemîn de li Geverê berdewam dike.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, şîna bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hat danîn di roja duyemîn de berdewam dike. Bi hezaran kes ji bo şînê ji çar aliyên bajêr ber bi herêmê ve diherikin. Pankartek bi nivîsa "Şehîd qet namirin" li herêmê hate daliqandin, digel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê fermandarê pêşeng ê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Agit) û ala KCK'ê hatin daliqandin.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên li bajêr û her weha welatiyên ji çar aliyên Colemêrgê û bajarên derdorê beşdarî şînê bûn.
Şîn bi xwendina duyan û sersaxiya beşdaran dewam dike.







