Pakrewanên azadiya Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

  • 10:59 26 Tebax 2026
  • Rojane
MEXMÛR - Şehîdên Amed, Serhed û Botanê ku di nava vê hefteyê de bi komî hatine ragihandin, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmeke hatin bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
 
Şehîdên Amed, Serhed û Botanê ku di dem û li cihên cûda şehîd bibûn û di nava vê hefteyê bi  komî navên wan hatin ragihandin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi merasîmekê hatin bîranîn.
 
Merasîma bîranînê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê li ser navê Malbatên Şehîdan Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Qedrî Şirîşeyî axivî û di serî de sersaxî ji Rêber Apo, malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz re xwest û got: “Îro gelê Kurd li her derê Kurdistanê di nava bîranînan de ne. Li her derî şîn heye û em wek gelê Kurd şehîdên xwe bibîrtînin. Ji Amed bigire heta Botan û Serhedê konên sersaxiyê hene. Gelê Kurd li ser piyane û xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Em jî wek wargeh ku wargeha me wek hêlîna şehîdane, ji bo bîranîna şehîdan li ser piyane û em xema gelê xwe parve dikin. Şehîd ne tenê yê malbatane, şehîdên me hemûyanin.
 
Em di şexsê Şehîdên Amed, Serhed û Botanê de hemû şehîdên doza azadiyê bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Şehîdên me rêya me ronîkirine. Em bi saya keda wan şehîdan îro hatine vê astê. Divê em ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên xwe têkoşîn bikin û bibin layîqê şehîdên xwe. Em carek din sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”
 
Piştî axaftinê diruşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.
 
Hêjayê gotinêye ku wê îşev saet ji 20:00'an heta 23:00’an li Komîteya Malbatên Şehîdan sersaxî bên qebulkirin.