Li 2 navendên Stenbolê dê cangorî bên bibîranîn

  • 15:21 22 Tebax 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê sibê bi pêşengtiya MEBYA-DER'ê li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê ji bo bîranîna Cangoriyên Tevgera Azadiyê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê bê lidarxistin.
 
Li navçeyên Baxcilar û Sancaktepe yên Stenbolê ji bo bîranîna Cangoriyên Tevgera Azadiyê yên di dîrok û cihên cûda de jiyana xwe ji dest dane, dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê bernameya bîranînê were lidarxistin. 
 
Bername dê li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê werin li dar xistin. Tê payîn ku malbatên şehidan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî dê tev li bernameyê bibin.
 
Bername dê di saet 12:00an de dest pê bikin û di seat 15:00an de dê bi dawî bibin.
 
Rêveberên MEBYA-DERê banga tevlîbûna bîranînan kirin.