Li peyasê gel diaxive, şaredarî li çareseriyê digere
- 09:03 11 Tebax 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Jin eleqeyeke mezin nîşanî civînên gel didin ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li gund û taxan têne lidarxistin; di van civînan de daxwazên niştecîhan têne qeydkirin û ji bo çareseriyê niqaş tên kirin.
Di çarçoveya "Civînên 1'emîn ên Peyasê" de, Şaredariya naveçya Peyasê a Amedê, ji 2'ê Hezîranê û vir ve ji bo guhdarîkirina daxwaz û pêşniyarên gel û dabînkirina xizmetguzariyeke hêsan, civînên cuda yên gel li dar dixe. Şaredariya ku ji bo 26 gund û 8 taxên navendî plansaziya civînan kiribû; heta niha li 13 gund û taxeke navendî civîn li dar xistine.
Civaknasa li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Kayapınarê dixebite Dîlek Erîk, û Midûra Karûbarên Tenduristiyê ya şaredariya Peyasê Emîne Erîn, derbarê van xebatên berdewam de ji ajansa me re nirxandin kirin.
Xebatên hevpar
Civaknas Dîlek Erîk a li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê dixebite, diyar kir ku wan ev civîn wekî encama xebateke du-salî li dar xistine û got: "Armanca vê însiyatîfê xurtkirina jiyanê li taxên gundewarî û zêdekirina beşdariya gel di jiyana gelemperî de ye. Ev civîn berdewamiya xwezayî ya wan xebatên li ser bingeha gundan in ku me di du salên borî de dimeşandin. Di vê pêvajoyê de, me bi awayekî birêkûpêk bi jinan re hevdîtin kirin, atolye li dar xistin û guh dan serpêhatiyên wan.
Jin eleqeyeke mezin nîşan didin
Pêdiviya li hev kombûnê, avakirina piştevaniyê û pêkanîna hilberîna bi hevkariyê, yek ji wan daxwazên herî bingehîn bû ku di her civînê de dihatin ziman. Civînên Peyasê tam ji vê pêdiviyê derketin holê; ew bi deng, serpêhatî û daxwazên jinan bi xwe hatin şekilkirin. Jinan gelek caran ji me re digotin ku hilberîna çandiniyê, xwedîkirina heywanan, karên malê û berpirsiyariyên lênêrînê ew ji jiyana civakî dûr dixistin û derfeta wan a gihîştina cihên hevpar an jî dîtina demeke vala ji bo bêhnvedan û pêwendîdanîna bi hev re pir kêm bû. Niha, bi rêya van civînan, em bi jinan re hevdîtinên rû bi rû dikin û atolyeyan li dar dixin. Em di van çalakiyan de rastî eleqeyeke mezin hatin.
Daxwaz tên qeydkirin
Pêdivî û daxwazên jinan çi ne? Çi gavên ku li vir bên avêtin dê herî zêde sûdê bidin wan? Em xebatên xwe bi guhdarîkirina rasterast a wan dimeşînin. Em van çalakiyan bi hevkariya Midûriyetên Polîtîkayên Jinan, Çand û Karûbarên Civakî, Xizmetguzariyên Ciwanan û Werzişê, Xizmetguzariyên ji bo Astengdar û Pîr û Kalan û Karûbarên Tenduristiyê pêk tînin. Bi vî awayî, em hewl didin ku bigihîjin her gundekî."
'Jin ne bi tenê ne'
Dilek Erik bal kişand ser zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku hem barê berpirsiyariyên malê û hem jî karên gund li ser milê jinan e. Dîlek Erik got, "Amed wekî bajarê jinan hatiye ragihandin. Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye; em ê bi hev re rê li ber tundiyê bigirin' ev du sal in didome. Bi rêberiya vê dirûşmê, em dixebitin ku rêxistinbûna jinan tax bi tax û gund bi gund ava bikin. Em li hev kom dibin da ku pêkhateyeke rêxistinkirî derkeve holê û ew bizanibin ku ne bi tenê ne."
Divê di warê jiyana xwe de xwedî gotin bin
Di van civînan de, em bi zimanê dayikê bi jinan re têkiliyeke rû bi rû datînin. Dayîna derfetê ji jinan re ku di derbarê tax, qadên jiyanê û bajarên xwe de xwedî gotin bin herwiha beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin û daxwaza mafên xwe bikin bingeha nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya demokratîk pêk tîne. Civînên Peyasê, pêkanîna pratîkî ya vê nêzîkatiyê li qadê nîşan didin."
Lêgerîna çareseriyan
Dilek Erik diyar kir ku ew wekî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, atolyeyên cihêreng ên wek boyaxkirina çenteyan, karê derziyê û dirûtin ji bo jinan pêşkêş dikin û wiha berdewam kir: "Em derbarê pêdiviyên jinan de danûstandinê dikin. Her wiha, wekî tedbîrek li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê, em zarokan tînin cem hev da ku bi zimanê xwe yê zikmakî lîstikên cihêreng bilîzin. Midûriyeta Ciwan û Werzişê bi ciwanan re diaxive ka ew çawa dema xwe li gund derbas dikin û nîqaş dike ka li wir ji bo zarok û ciwanan çi kêm e. Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê kontrolên tenduristiyê pêk tîne û Midûriyeta Xizmetguzariyên ji bo Astengdar û Pîran jî serdanên malan pêk tîne.
Tesbîtkirina pêdiviyan li gundan
Em ê xebatên xwe li 26 gund û 8 taxên navendî temam bikin. Atolyeyên jinan ên ku em li gundan li dar dixin, di heman demê de wekî pêvajoyeke girîng a tesbîtkirina pêdiviyan xizmetê dikin. Jin ne tenê tecrûbeyên xwe yên jiyana kesane parve dikin; ew her wiha pirsgirêkên ku di warên cihêreng de;ji binesaziya taxê û veguhastinê bigire heta xizmetguzariyên tenduristiyê û perwerdeyê rûbirûyê wan dibin, tînin ziman."
Raporek dê were amadekirin
Em van daxwazan qeyd dikin, wan dişînin midûriyetên têkildar û pêvajoyên çareseriyê dişopînin. Armanca me ew e ku em di heyama pêş de van hewldanan bikin xwediyê sîstemeke baştir. Em ê derbarê pêdiviyên ku li gundan hatine tesbîtkirin de raporan amade bikin û wan bi daneyên hejmarî piştrast bikin. Em ê bi awayekî rêkûpêk bişopînin ka gihîştine çend kesan, çi daxwaz hatine pêşkêşkirin."
Bi zimanê dayikê xizmeta tendirustiyê
Rêvebera Karûbarên Tenduristiyê Emîne Erîn jî diyar kir ku ew hewlên xwe yên di derbarê pêşîlêgirtina nexweşiyan û teşhîsa zû de didomînin û baş kişand ser armanca wan a avakirina xizmetên tenduristiyê yên gihîştî .Emîne Erin got, "Wekî Rêveberiya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Peyasê, em xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê bê navber pêk tînin. Armanca me ew e ku em bigihîjin kesên ku derfetên wan kêmin, ji ber ku jin ji ber karên xwe yên giran gelek caran di gihîştina tenduristiyê de rastî zehmetiyên mezintir tên. Gihîştina tenduristiyê ji bo zarok û extiyaran jî ji bo me girînge. Pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê bi zimanê dayikê ji bo wan hêsantir dike ku xwe îfade bikin."
Em dikarin nexweşiyan teşhîs bikin
Em xizmetên lênihêrîna tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê peyda dikin û ji bo tansiyonê, şekirê xwînê, bilindahî, giranî û endeksa girseya laş ceribandinan dikin, ligel vê yekê perwerdehiyê li ser xwarin, qelewbûn û tenduristiya dil û damaran pêşkêş dikin. Em agahdarî li ser penceşêra pêsîran û kansera malzarokê didin mijarên ku jin dibe ku ji nîqaşkirina wan dudil bin û bi birina wan bo navendên KETEM'ê kişandina mamografiyê hêsan dikin. Bi pêşkêşkirina lênihêrîna tenduristiyê ya pêşîlêgirtinê bi zimanê dayikê, em alîkariya pêşîgirtina li nexweşiyê dikin berî ku ew dest pê bike. Nexweş dixwazin werin fêmkirin; gelek kes hene ku rewşên wan nayên teşhîskirin tenê ji ber ku ew nikarin fikrên xwe vebêjinû em ji bo pêşîgirtina vê yekê dixebitin."
Klînîka gerok
Emine Erin diyar kir ku hewldanên wan dê berdewam bikin û got: "Di nava pergala tenduristiyê de zehmetî hene; ne her kes dikare her dem û bi awayê ku dixwaze bigihîje xizmetên tenduristiyê, lê ev zehmetî li vê herêmê hîn zêdetir in. Jin gelek caran nikarin tenduristiya xwe derxînin pêş û em hewl didin ku vê mijarê bînin pêş. Em kontrolên tenduristiyê yên ku balê dikişînin ser mezinbûn, geşbûn û xwarina ciwanan pêk tînin. Her wiha em kesên xwedî astengî li gundan tespît dikin û torên ragihandinê ava dikin; Midûriyeta me ya Xizmetên ji bo Astengdaran wan qeyd dike, li gorî pêdiviyên wan lîsteyekê amade dike û rewşa wan dişopîne."
Ji bo dildaran bang
Welatiyên xwedî astengî û malbatên wan kêfxweş in ku dengê wan tê bihîstin û ew bi me re diaxivin. Wekî Midûriyeta Karûbarên Tenduristiyê, em ê di demeke nêzîk de wesayîteke klînîka gerok bi dest bixin; ev yek dê rê bide me ku em bi hêsanî xizmetên tenduristiyê bigihînin gund, deverên kêmderfet û taxan. Wekî din, em amade ne ku bi pisporên tenduristiyê yên dilxwaz re hevkariyê bikin. Bila em vê derfetê bi kar bînin û vê peyamê bidin ku pisporên tenduristiyê yên amade hebin ku beşdarî me bibin, em ê biçin her derê û em amade ne ku her tiştê ji destê me tê bikin."







