Êrişên li dijî koçberên Serêkaniyê hatin şermezarkirin
- 19:56 10 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajarên Qamişlo, Hesekê û Til Temirê êrişên ji hêla hawirdeyên ve li dijî hejmarek koçberên îro vegeriyane bajarê xwe bi tundî hatin şermezarkirin
Li bajarên Qamişlo, Hesekê û Til Temirê xwepêşandan û daxuyanî ji bo êrişên li dijî karwana yekemin a koçberên Serêkaniyê yên vegeriyane malên xwe ji hêla hawirdeyên malên wan desteser kirine hatin lidarxistin û dayîn. Şêniyan daxwaza parastina vegervanan, hesabxwestina sûcdaran û misogerkirina vegera ewle û mayînde kir.
Îro karwana yekemîn a koçberên Serêkaniyê ku ji 410 malbatan pêk tê vegeriyan malên xwe. Lê kesên malên wan desteser kirine êrişî koçberan kir.
Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina êrişan hildan û daxwaz ji aliyên eleqedar kir ku bi erkên xwe yên parastina koçberan, sûcdaran hesab bikin û mafên koçberan ên vegera ewle li malên xwe misoger bikin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro banga li şêniyan kir ku li dijî van êrişan xwepêşandan li dar bixin. Her wiha komîteyê banga peydakirina parastinê û ewlehiyê kir û daxwaza hesabxwestinê ji sûcdarên van êrişan kir.







