Nesrîn Akgul: Ev qanûn destpêka pêvajoyeke nû ye

  • 09:20 7 Tebax 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Pelşîn Çetînkaya 
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akgul a ku Qanûna Çarçoveyê wekî “Qanûna destpêkê” nirxand, anî ziman ku pêvajoya demokratîkbûnê dikare bi pêşengiya jinan, avakirina civakî û sazûmaniyên nû yên qanûnî pêş ve biçe."
 
Qanûna ku di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a nêzîkî 2 sal in berdewam dike de hate amadekirin û navê wê “Pêşxistina Piştevaniya Mîllî û Yekbûna Civakî” ye, di 5’ê Tebaxê de pêşkêşî serokatiya meclisê hat kirin. Bendêne ku pêşnuma “Qanûna çarçoveyê” ya ku ji 12 maddeyan pêk tê di Komîsyona Adaletê ya TBMM’ê de bê nîqaşkirin û piştre di dawiya heftiyê de an jî di roja pêşîn a heftiyê de bê rojeva Lijneya Giştî ya Meclisê.
 
Nîqaşên li ser qanûnê ku berdewam dikin, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nesrîn Akgul derbarê “Qanûna çarçoveyê” de nirxandin kir.
 
‘Qanûna çarçoveyê ji bo me çi pênase dike?’
 
Nesrîn Akgul, anî ziman ku bi Deklarasyona 27’ê Sibatê re welat ket pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ev pêvajo hîn berdewam dike û bi derbasbûna astengiyên diyar gihîşt ber dergehekî girîng. Vê gavê em di nav guherîn û veguhastineke qanûnî de ne. Dergehê ku daxuyaniyên niyetê yên hatine ziman dê lê berbiçav bibin, me bi qanûna çarçoveyê dît. Ji ber vê yekê girîng e. Qanûna çarçoveyê çawa ku hat rojeva civak û welat, di qada navneteweyî de jî bandoreke mezin afirand. Ev jî yek ji gavên pêşîn ên diyarkirî yên Deklarasyona 27’ê Sibatê ye. Tiştên beriya niha hatine kirin gotinên niyetê yên berevajî bûn. Lê belê ji vê saetê pê de em dibînin ku gava misogerkirina qanûnî ya pêvajoyê hatiye avêtin. Her kes êdî li bendê bû ku gavên berbiçav bên avêtin. Perspêktîfa herî girîng a ku Rêberê Gelan Birêz Ocalan ji bo vê pêvajoyê aniye ziman; tevlîbûna hêzên çekdar a qada siyasetê ya demokratîk, legalbûna hêzên îllegal û çareserkirina encamên ku pirsgirêka Kurd derxistine holê di nav siyasetê ya demokratîk de bû. Bi qanûna çarçoveyê re gava pêşîn a derbarê vê de hat avêtin. Qanûna çarçoveyê ji bo me çi pênase dike? Gelek nîqaş tên meşandin û divê bêne meşandin jî. Karakterê herî girîng ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk misogerkirina azadiya bîr û baweriyê, xwedîderketina her kesî ya li mafê axaftinê û li ser vê yekê berferehkirina polîtîkayên pratîkî ye.”
 
‘Ev destpêkek e’
 
Nesrîn Akgul bi lêv kir ku ji ber vê yekê pêvajoyeke nîqaşê ya girîng tê destpêkirin û wiha pê de çû: “Nîqaşên herî xeternak ên li vir, nîqaşên ku dê pêvajoyê sabote bikin in. Lê belê tişta bi qanûna çarçoveyê tê armanckirin; bi afirandina misogeriya qanûnî, derketina derfeta tevlîbûna qada siyasetê ya demokratîk e ji bo hemû beşên ku heta îro hatine îlegalîzekirin û di bin navê ‘terorê’ de ji derveyî pêvajoyê hatine hiştin. Girtiyên di girtîgehan de, siyasetmedarên ku neçar mane herin Ewropayê û gerîlayên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîna çekdarî meşandine jî di nav vê de ne. Ev hemû ew beş in ku ev pêvajo wan ji derveyî hiqûqê hiştiye û wekî sûcdar ragihandiye. Ev qanûn ji bo vegera wan gava pêşîn a zemîna pêwîst diafirîne. Bêguman hîn hemû hincet ji holê ranebûne. Ji ber vê yekê divê mirov vê wekî gava pêşîn a rêyeke dirêj bibîne. Dewlet di vê pêvajoyê de, rastiya Kurd a ku heta îro wekî ‘terorîst’ ragihandibû, heta astekê tîne qonaxa pejirandina pêşîn. Lê belê dewleta ku vê misoger dike hîn demokratîk nebûye. Ji ber vê yekê di nav qanûnê de xalên bi nîqaş hene. Lê belê em hîn di destpêka pêvajoya demokratîkbûnê de ne. Entegrasyona demokratîk, çawa ku misogerkirina hebûna civakê ya bi awayekî hiqûqî ye, bi wê astê bûn dewleta hiqûqê ya dewletê ye jî. Ev jî gava pêşîn a vê yekê ye. Dewlet dibêje; 'Ji bo mafê siyaseta demokratîk ez zemînekî hiqûqî pêşkêş dikim.’ Ji ber vê yekê ev gav gelekî krîtîk e. Nêrîna li bûyerê ku tenê wekî çekberdana hêzên çekdar ên PKK’ê be dê kêm bimîne. Di heman demê de hewldana dewletê ya afirandina hiqûqeke li gorî vê û guherîna kodên bingehîn ên li ser înkara Kurdan mijara gotinê ye. Mûzakere bi muxatabiya dualî ya her du aliyan tê meşandin. Di vê pêvajoyê de zemînê hiqûqî yê tevlîbûna hemû beşên di nav tevgerê de cih digirin tê raxistin. Lê belê ev wê çawa bixebite hîn diyar nebûye. Ev pêvajoyek e ku dê bi mûzakerayên bi demê re bêne meşandin teşe bigire. Li hemberî me hêzeke dewletê ya ku nêzîkî 100 sal in bi polîtîkaya înkara Kurdan hebûna xwe berdewam dike heye. Em behsa demokratîkbûna dewletekî bi vî rengî dikin. Ji ber vê yekê her tişt dê pir lez neguhere. Ev destpêkek e. Hevdîtin û veguhastinên qanûnî yên ku dê ji niha pê de bêne meşandin dê dergehê pêvajoyeke nû vekin.”
 
‘Dê 3 hezar kes dê bên’
 
Nesrîn Akgul a ku dibêje, “Pêvajoyek heye ku dê li ser vê destpêkê berdewam bike” û diyar kir ji niha pê de bi gavên ku bêne avêtin û veguhastinên qanûnî yên ku bêne meşandin re dê deriyê pêvajoyeke nû bê vekirin. Nesrîn Akgul bi lêv kir ku, ger ev qanûn bikeve meriyetê, berdana gelek kesan a ji zindanan û tevlîbûna nêzîkî 3 hezar kesî ya li siyasetê ya demokratîk dê bê vekirin û wiha axivî: “Ev rewş ji bo bihêzkirina kanalên çareseriyê yên siyasetê ya demokratîk û gihîştina rewşa pratîkî ya li misogeriya hiqûqî girîng e. Lê belê ligel vê yekê divê em milê civakî yê vê pêvajoya qanûnî jî bihêz bikin. Wekî ku Rêberê Gelan Birêz Ocalan anî ziman ev pêvajoyeke sê qonaxî ye; Pêşî qanûn, paşê demokratîkbûn, piştre jî pêvajoya makezagon. Ev pêvajoyek e ku dikare li salan bê belavkirin e. Ya bingehîn ew e ku dewlet berpirsiyariyê bigire ser xwe û her du alî mûzakerayê bi hev re bimeşînin.”
 
Lijneyên bên avakirin
 
Nesrîn Akgul bal kişand ser lijneyên ku bên avakirin û got, “Lijneyên ku dê bi vê armancê bêne avakirin dê di berpirsiyariya dewletê de pêvajoyê koordîne bikin. Erkê bingehîn ê van lijneyan meşandina pêvajoya tevlîbûna hêzên çekdar a li siyaseta demokratîk, avakirina mekanîzmayên hiqûqî yên pêwîst û kontrolkirina pêvajoyê ye. Ji bo me mijara herî krîtîk ew e ku bi ketina vê qanûnê ya meriyetê re, muxatapê bingehîn Îmrali û Rêberê Gelan Birêz Ocalan tevlî pêvajoyê bibe. Em ê di nav pêvajoyê de bibînin ka ev dê çawa bibe. Ji ber ku yek ji muxatapên herî bingehîn ê pêvajoyê ew bi xwe ye. Bendê ne ku ji bo tevlîbûn, ewlehî û koordînasyona pêvajoyê ya hêzên gerîla rasterast rol bigire ser milê xwe. Piştî ku ev qanûn bikeve meriyetê, lijneyên serdemê yên xweser, lijneyên çavdêriyê û avahiyên ku dê li ser bingehê muxatabiyê bên avakirin dê bikevin dewrê. Eger pêvajo bi koordînasyona hemû muxatapan bê meşandin, dikare veguhere zemînekî ku wekheviyê, baweriyê û peymanên dualî bihêz dike.”
 
Jin û çêvajo
 
Nesrîn Akgul da xuyakirin ku yek ji kirdeyên herî bingehîn ên vê pêvajoyê jî jin in û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ji ber ku di nav beşên ku mexdûrên şer in de jin, girtiyên di zindanan de, siyasetmedarên ku neçar mane herin Ewropayê û gerîla hene. Aliyên vê şerî êdî diyar kirin ku dixwazin tevlî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin. Muxatapê bingehîn ê vê îradeyê jî Rêberê Gelan Birêz Ocalan e. Nêzîkî du salan beyanên îradeyê yên di vê astê de hem ji zindanan hem jî ji hêzên gerîla hatin. Ev helwêsta hevpar a aliyên vê şerî bû. Tevlîbûna jinan a li pêvajoya nû divê li ser prînsîp û rêgezên diyar be. Ji ber vê yekê divê qanûn mekanîzmayên taybet bi jinan biafirîne. Ewlehiya jinên ku dê ji zindanan derkevin, jinên ku dê ji gerîlayê vegerin û jinên ku bi salan e barê şer hildigirin, tevlîbûna wan a li jiyana civakî û parastina mafên wan divê bibe yek ji sernavên bingehîn ên vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê lijneyên çavdêriyê yên taybet bi jinan bên avakirin. Wekî TJA xebatên me yên bi aliyên femînîst re di vê mijarê de hene. Lijneyên xweser divê ne tenê tevlîbûna kesên tên a li siyaseta demokratîk, di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de pêşengiya jinan jî dest bê girtin. Hem divê polîtîkayeke jinan a li gorî hewcedariyên heyî bê afirandin hem jî di divê polîtîkayên ku wekheviya zayenda civakî bihêz dikin, aştiyê ava dikin û piştevaniya demokratîkbûnê dikin bên berfirehkirin.”
 
‘Dev ji gotara ‘terorê’ berdin’
 
Nesrîn Akgul di dawiya axaftina xwe de mebesta herî bingehîn a qanûnê ji bo dewletê tasfiyekirina hêzên çekdar e û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Lê belê ji bo me tişta esasî ew e ku di vê pêvajoyê de kesên tevlî siyaseta demokratîk bibin bikevin bin misogeriya hiqûqî. Divê yên tevlî siyaseta demokratîk dibin ji nû ve wekî sûcdar neyên ragihandin û misogeriya wan a hiqûqî bê dabînkirin. Di heman demê de divê entegrasyoneke sosyolojîk a ku dê di navbera civaka tirk û kurd de pejirandina van beşan misoger bike jî bê afirandin. Ji ber vê yekê yek ji berpirsiyariyên herî bingehîn ên dewletê ew e ku gotara ‘terorê’ ya ku bi salan e bi kar tîne terk bike û zimanekî ku aştiya gelên tirk û kurd esas digire berfereh bike.
 
‘Qanûn hin kategoriyan pêşbînî dike’
 
Qanûn hin kategoriyan pêşbînî dike. Ka ev ê çawa bihêne sepandin dê bi demê re ronî bibe. Di gava pêşîn de vegera hejmareke diyar a kesan a ji Ewropa, çiya û zindanan dê bê dabînkirin. Bi ketina qanûnê ya meriyetê re dê gavên baweriya dualî bên avêtin; çawa ku ewlehî, tevlîbûna siyaseta demokratîk û lihevhatina civakî ya kesên vegeriyane bê çavdêrîkirin, berfirehiya pêvajoyê jî dê bê berfirehkirin. Vê şerî di navbera her du civakan de rasterast şerekî biratiyê neafirand; lê belê bi salan civaka Kurd bi gotara ‘terorê’ diqetand û diderizand. Ji ber vê yekê vegera gerîla û beşên din a li nav civakê ne tenê dabînkirina ewlehiya wan e, di heman demê de ji bo ku civaka Tirkiyeyê van mirovan nas bike û dadweriyên pêşîn bên şikênandin jî girîng e.
 
Ev qanûn qanûneke destpêkê ye
 
Ligel vê yekê, hevdîtina rasterast a Rêberê Gelan Birêz Ocalan ê ku 27 sal in li Îmraliyê ye bi civaka Tirkiyeyê re jî dê bibe guherîneke girîng. Ji vê goşeyê ve daxuyaniya pêşîn a derbarê çûna akademîsyen û rojnamevanan a ji bo Îmraliyê balê dikişîne. Di qanûnê de aliyên bi nîqaş hebin jî, gavên ku dê ji niha pê de bên avêtin dê di sosyolojiya civaka Tirkiyeyê de bibin sedema guherînên girîng. Axaftina mûzakerekê ya bi civakê re piştî salan, tevlîbûna gerîla û girtiyên di zindanan de ya li civakê dê ji bo civaka Kurd bibe çavkaniyeke mezin a moral û hêviyê. Ev qanûn qanûneke destpêkê ye. Piştî vê yekê hatina qanûnên nû yên demokratîkbûnê ku rêveberiyên herêmî, wekheviya jin û mêran û qadên cuda yên civakê dihewînin tê pêşbînîkirin. Ji ber vê yekê ne rast e ku mirov vê qanûnê tenê bi xwe ve wekî sazûmaniyeke ku dê hemû demokratîkbûnê misoger bike binirxîne.
 
Divê rastî bê xwendin
 
Pêvajoya bingehîn avakirina civakî ye. Civîna gerîlayan a bi civakê re, bihêzbûna ziman û saziyên Kurdî, avakirina komûnan û nasîna her du civakan a ji hev re dê bibin dînamîkên bingehîn ên demokratîkbûnê. Ev veguhastina civakî dê di paşerojê de zemînê guherînên makezagonan jî biafirîne. Ji ber dengesaziyên siyasal ên heyî ne pêkan diyar dibe ku rasterast derbasî pêvajoya destûrê bê bûn. Ji ber vê yekê pêvajoya heyî wekî destpêka Kurdan a bi nirxên xwe re û vîzyona aştiyeke nû ya di Rojhilata Navîn de tê dîtin. Ev vîzyon li ser bingehê wekheviya gelên kurd û tirk aştiya Rojhilata Navîn armanc dike. Lê belê eger rastiyên heyî rast neyên xwendin, ne ev qanûn dikare rast bê nirxandin ne jî erk û berpirsiyariyên derbarê pêvajoya paşîn de dikarin rast bên pênasekirin. Ji ber vê yekê divê mirov qanûnê ne zêde mezin bike ne jî bi tevahî bêqîmet bibîne. Ev destpêkek e ku aliyên wê yên dikarin bihêne rexnekirin hene, lê belê deriyê pêvajoyeke nû vedike.”