Qanûna çarçoveyî pêşkêşî meclisê hat kirin

  • 15:31 5 Tebax 2026
  • Rojane
ENQERE - Pêniyar Qanûna Çarçoveyî  ya bi sernavê "Xurtkirina hevgirtina milî û yekparebûna civakî" bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin.
 
Pêşniyar Qanûna Çarçoveyî ya "Yekparebûna Milî û Yekbûna Civakî" - ku pêşnikyar qanûneke bingehîn e û armanca wê avakirina çarçoveya yasayî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ji aliyê AKP'ê ve bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin.
 
Xalên vê pêşniyar qanûnê wiha ne:
 
* Meqamê Tespît û Teyîdê: Hate pêşbînîkirin ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve bê tespîtkirin û ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve bê teyîdkirin ku hemû pêkhateyên rêxistinî û her cûre hêzên di bin kontrola wê de hebûna xwe ya fiîlî bi dawî kirine û çekên xwe danîne.
 
* Çarçove: Sûcên damezirandin an jî rêveberiya PKK/KCK’ê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanabûn û dilxwazî û propagandaya rêxistinê; sûcên di çarçoveya xebatên vê rêxistinê de hatine kirin û sûcên di çarçoveya Qanûna Hejmart 6415’an a derbarê Rêgirtina li Fînansekirina Terorê de li ser navê vê rêxistinê hatine kirin vedihewîne.
 
* Derveyî Çarçoveyê: Sûcê kuştina bi zanebûn ku di çarçoveya xebatên rêxistinê de hatiye kirin û lêpirsîn û darizandinên ji ber sûcên ku beriya 01.06.2005’an hatine kirin û cezaye girtîgehê yê muebedê an jî muebeda giran pêwîst dike, li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
 
* Lêpirsîn û Darizandin: Nirxandinên derbarê kesên ku dikevin nav çarçoveya vê qanûnê de dê ji aliyê wan meqamên ku niha lêpirsîn û darizandin li ber destê wan e bê kirin. Lêbelê hat sazkirin ku serlêdanên ji bo sûdwergirtina ji vî qanûnê dikarin ji serdozgeriyên komarê yên cihê ku lê an jî ji saziyên ku ji aliyê Lijneyê ve hatine wezîfedarkirin re bê kirin.
 
* Taloqkirina Lêpirsîn û Darizandinan: Ji bo sûcên ku cezayê wan herî zêde 15 sal an jî kêmtir e 5 sal; ji bo sûcên ku cezayê wan ji 15 salî zêdetir e û cezayê muebda an jî cezayê muebeda giran pêwîst dike, 10 sal taloqkirina lêpirsîn û darizandinê hat pêşbînîkirin. Di nava du hefteyan de rêya serlêdan û îtiraza li dijî biryarê vekirî ye.
 
Rêgeza tevdîrên parastinê yên derbarê girtin û kontrola edlî de, heke mercên wan ji bo sûcên ku biryara taloqkirina ji bo wan hatiye dan hebin, dê bête rakirin.
 
Derbarê dosyayên di qonaxa lêkolîna rêya qanûnê de ne biryara xerakirinê dê bê dan û ji aliyê dadgeha ewil ve biryara taloqkirinê dê bê dayîn. Heke demên diyarkirî bêyî ku sûcek bê kirin derbas bibin, dê biryara nehewcebûna şopandina dozê an jî betalbûnê bê dayîn.
 
* Taloqkirina Cezayan: Cezayên girtîgehê yên ku bi tevahî 15 sal an jî kêmtir in ji bo 5 salan; cezayên girtîgehê yên ku bi tevahî ji 15 salan zêdetir in û cezayên muebed an jî muebeda giran, bi biryara dagerê înfazê û bi şertê ku rêya îtirazê vekirî be ji bo 10 salan dê bê taloqkirin.
 
Heke di dema taloqkirinê de bêyî ku sûcek bê kirin derbas bibe, cezayê hatî birîn dê wek derbasbûyî (înfazbûyî) bê hesibandin.
 
* Dema Demborînê: Di demên taloqkirinê de demborîna doz û cezayan dê dê neyên hesabkirin.
 
* Ji Mafan Bêparhiştin: Biryarên taloqkirinê dê ji aliyê Lijneyê ve bi rengekî serdemî bê nirxandin. Lijne heke pêwîst bibîne dikare ji dageriya ceza ya sulhê/dadgehê/dadgeha înfazê daxwaz bike ku bêparhiştina ji mafan a ji ber lêpirsîn/darizandin/cezakirinê çêbûye bi hemû encamên xwe ve bê rakirin.
 
Ji bo biryarên taloqkirinê yên ku wekî 5 salan hatine dan, derbasbûna 2 salan ji dîroka biryarê û ji bo biryarên ku wekî 10 salan hatine dan jî derbasbûna sê salan tê xwestin.
 
* Şopandin, Koordînasyon û Sepandin: Lijneya ku di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de ji Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Neteweyî pêk tê, dê şopandin û nirxandina sepandina vê Qanûnê bike.
 
Hate pêşbînîkirin ku koordînasyona Lijneyê ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê ve bê kirin.
 
Bi damezirandina Komîsyona Şopandinê ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) ku ji 17 endaman pêk tê, dê xebatên di çarçoveya vê qanûnê de bêne şopandin.
 
* Radestbûn û Çekberdan: Hate pêşbînîkirin ku giştîname ya ji bo pêvajoya tomarkirinê dê bi nêrîna saziyên ewlehiyê bipirsin û ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Navxweyî ve bi hev re bê amadekirin.
 
* Dema Serlêdanê: Piştî ku Biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî de hate weşandin, di nava şeş mehan de serlêdana bi nivîskî ji bo sûdwergirtina ji vê Qanûnê bê kirin.”