'Jinên êzidî bi rêxistinbûnê ferman vala derxistin'
- 11:56 2 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Fermandariya Biryargeha YJŞ’ê cangoriyên fermanê bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya hebûna hêza xweparastinê û destnîşan kir ku rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî nehêle careke din civak bê qirkirin.
Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera 12’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Tebaxê weke meha jenosîdan derbasî dîroka Êzidiyan bûye, di vê mehê de komkujiyên mezin û êrişên bêperwa hatin kirin û komkujiyên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ên 14’ê Tebaxa 2007’an û fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke mînak hate nîşandan. Fermandariyê di salvegera van komkujiyan de cangoriyên fermana 74’an bi bîr anî û got: “Her wiha şoreşger, şervan û fermandarên weke hawarî gihiştin gelê me; endamên YJA Star-HPG, YPG û YPJ ya ku li ber axa me de xwîna xwe dan bi minetdarî û heskirineke mezin bi bîr tînin û li ber ked û xwêdana wan soza mezinkirina hêza xwe rêxistinkirinê didin.”
‘Fermana 74’an bi taybetî qirkirina jinê ji xwe re kir armanc’
Fermandariya Biryargeha YJŞ’ê diyar kir ku civaka Êzidî di herikîna dîrokê de timî bi fermanan re rû bi rû hate hiştin, ji ber baweriya xwe her tim hate qetilkirin, bi fermanan tinebûn lê hate ferzkirin û wiha dewam kir: “3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dagirkirina Şengal û gundên wê fermana herî trajîk ya dîrokê ye. Bi vê dagirkirinê re bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, hatin rêvandin, hatin firotin û esîr kirin. Gelek kes ketin rêya pênaberiyê. Bi rojan bi birçîbûn û tênbûnê re têkoşiyan. Çeteyên DAIŞ’ê yê ku dijminê netewe, ziman, ol û çanda ye bi hezaran mirovên me û jinên Êzîdî revandin. Gelek ji wan kuştin û gelek ji wan jî weke cariye bi kar anîn û li bazarên Mûsil û Reqayê firotin. Fermana 74’an de bi taybetî qirkirina jinê kir armanc. Di vê fermanê de armanca bingehîn; qetil kirin jina Êzîdî ya ku girêdayî ax û baweriya xwe ye û tinekirina çanda Êzdayêtî bû. Lê dîsa li hember van kiryaran jina Êzîdî dest ji axa xwe berneda, xwe sipartin çiyayê Şengalê, dilsoziya xwe bi parastina axa xwe re nîşanî dijminê xwe da. Dîroka xwe û baweriya li hemberê azadiyê himbez kirin. Çiyayê Şengalê ji xwe re kirin stargeh. Lewma; ax û çiya hebûna jinê ye.
Bi banga Rêber Apo, Şengal veguherî qada berxwedaneke dijwar
Dema êrişên qirkirinê dihatin kirin hêzên ku digotin wê parastina civakê bikin gel di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin û çûn. Gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina gelê me xwe berpirs dît û berê xwe dan deşta Mûsilê. Lê dema tevahî dinya ji vê jenosîdê re bêdeng mabûn, çav, guh û devê xwe girtibûn, bi bangawaziya Rêber Apo Şengal vegeriya bû qada berxwedaneke dijwar. Ji çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê, ji Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ û YPG ref bi ref berê xwe didan Şengal’ê. Ev mîlîtanên ku goh dabûn qêrîna gel ê me wê pira xwişk û biratiyê di navbera çand û baweriyan de bidan avakirin.
Bi hatina şervanên azadiyê re hêviya gelê me jinûve şîn bû
Bi hatina şervanên azadiyê re hêviyê gelê me jinûve şîn bû. Di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê de li Şengalê berxwedaneke mezin hate meşandin. Bi dayina berdelên mezin ve Şengal hat azadkirin, wek destaneke lehengiyê derbasî dîroka berxwedanê bû.”
Fermandariya YJŞ’ê diyar kir ku hêzên YJA Star û YPJ’ê ji qêrîna jinên Êzidî re bûn ronahiya hêviyê û got: “Ev qêrîn di sengerên Şengalê de bû berxwedaneke meizn. Di pêşengtiya van hêzan de li dijî çeteyên kujerên kastîk hêza şerkirinê da me. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku azadiya jin esas digre me xwe rêxistin kir. Rêber Apo nameya xwe ya ji bo konferansa Ronesansê de dabû diyar kirin; ‘Jinên Êzîdî pêşenga diyarde ya vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefê erîşên herî dijwar lê ti car serî netewandin. Berxwedana ku li Şengalê de dan raber kirin hem ji bo xwe heman demê de ji bo tevahî gelan heviya jiyaneke bi rûmet jinûve ava kirin’.
Civaka bê parastin mehkûmî windakirinê ye
Bi rênîşandana Rêber Apo re, em îro gihiştin qonaxêk dîrokî. Rêber Apo dabû diyar kirin; ‘Avakirina pergalek a Êzîdiyan mafê wan ya herî rewa ye.’ Weke hêzên parastina jin em pêbawerin ku; Hêza xwe parastinê pêdiviyêk herî girîng a civakê ye. Civakek bê parastin mehkûmê winda kirinê ye. Bi soza tolhildana jinên Êzîdî me hêza parastina jin û rêxistinbûna jin ava kir. Armanca me; di bingeha bîrdoziya rizgariya jin de jinên Şengalê parastin, ji wan re derfetên jiyana azad ava kirin û hûnandina pergala demokratîke. Em dixwazin ji ew mafê xwe ya herî rewa sûd werbigrin.
Emê lîstokên qirêj ên şerê taybet bê bersiv nehêlin
Di fermanê de gelek jinên Êzîdî ketin deştê DAIŞ’ê. Heta niha jî gelek ji wan esîrin an jî aqûbeta wan ne diyar e. Girêdayî vê rewşê pengava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi navê; ‘Ji bo edalet û azadiyê; tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê!’ daye destpê kirin, weke hêzên parastina jin em jî tevlî vê pêngavê dibin. Em êrişên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc şermezar dikin. Emê li dijî lîstokên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yê dîlgirtî tê meşandin bê bersiv nehêlin.
Cewhera nasnameya jina Êzidî berxwedane
Em dizanin, di cewhera nasnameya jina Êzîdî berxwedan heye. Pêşengên civaka me; Sitiya Ês, Sitiya Nesra, Zarifê Osê, Xatûna Ferxa, Pira Fat, Dayê Zero, Meyan Xatûn, Yade Gûlê û Cîlan bi berxwedaniya xwe pêşeroja civaka me ronî kirin. Bi taybetî ji fermana 2014’an heta niha hêza parastina jin di bingeha avakirina netewa demokratîk de bi biryare.
Di avakirina rêxistina jinên Êzîdî de fermandarên ku xwedî kedek mezinin, fermandarên nemir; Berfîn Nûrhaq, Şîlan Goyî, Medya Egîd, Rûsyar Kobanê, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mardîn bi minetdariyêk mezin em bi bir tînin. Em dibêjin; rêxistina jinên Êzîdî bi ked û xwêdana we ava bûye, wê ti car nehêle li ser vê civakê jenosîdek din pêk were. Herî dawiyê; tevahî şêhîdên fermanê di şexsê Jiyanda, Nûjiyan, Vînar, Stêrk, Zîlan, Doğa, Arîn û Bêrîvanan de şervanên azadiyê yê ku li ser axa kevnar ya Êzîdiyan de tevlî karwanê nemiran bûn bi hes kirin û minetdariyêk mezin bi bîr tînin û em soza xweya meşandina li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armanca wan nû dikin.”







