Nûçegîhana MA'yê jî di nav de derabarê 24 kesan de lêpirsî
- 12:49 30 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE -Derbarê nûçegihana MA'yê Sema Bîngol a ku bîranîna Ethem Sarisuluk dişopand û hatibû binçavkirin de lêpirsîn hat destpêkirin. Sema Bîngol jî di nav de bi giştî derbarê 24 kesên beşdarî bîranînê bûne de lêpirsîn hate destpêkirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotmayayê (MA) Sema Bîngol jî di nav de derbarê 24 kesan bi boneya bîranîna 13'emîn a Ethem Sarisuluk bûne lêpirsîn hate destpêkirin. Sema Bîngol jî di nav de 24 kesên beşdarî bîranîna Sarisuluk bûbûn, hatibûn binçavkirin. Nûçegihana MA'yê ku ji ber şopandina nûçeyê bi ledanê hatibû binçavkirin, piştî kar û barên emniyetê hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Sema Bîngol jî di nav de derbarê 24 kesên hatibûn binçavkirin de bi hinceta, “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandanan a hejmar 2911'an” lêpirsîn da destpêkirin.
Ethem Sarisuluk, 14'ê Hezîrana 2013'an di nav çalakî û xwepêşandana ji bo Parka Geziyê de li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.







