Li Gimgimê nobeda jiyanê: Wê pergala talanê winda bike

  • 16:04 24 Tîrmeh 2026
  • Ekolojî
 
MÛŞ - Parêzvanên mafên jiyanê yên li Gimgimê li dijî biryara JES’ê di nobeda konan de ne peyama “Xweza ne ya şîrketan e ya gel e” dan.
 
Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê, nobeda ku Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ye Gimgimê li dijî projeya JES’ê dan destpêkirin 83 roj in berdewam dike.
 
Li qada nobedê pankartên “Em xweza, bawerî, dahatûya xwe diparêzin” û “Varto de JES nêwazenîme. Dest menê axwa mara, hardê mara” hatin daliqandin. Welatiyan li ber def û zirnê govend gerand. 
 
Meclisa Jinan a Platforma Ekolojiyê ya Jinan, bi munasebeta salvegera weşandina “Qanûna Madenê” di Rojnameya Fermî de daxuyanî da. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Bozê, Peymana Lozanê bibîr xist û got heman dewletên kapîtalîst jîngehê talan dikin. Summeye Bozê diyar kir ku têkoşîna li dijî tiryakê ya li taxa Xarçortê ya Wanê tê dayîn û ya gundê Xwarikê heman in û got: “Parastna taxê, parastina ax, çand û dîrokê ye. Berxwedana li Xaçortê û ya gundê Xwarikê ji hev ne cuda ne. Siyaset û kapîtalîzmê pêşiya talana xwezayê vekir. Divê li vir berxwedan  bê rêxistinkirin.”
 
 
Endama Meclisa Jinan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Alev Yilmaz diyar kir piştî qanûna madenê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û sepandin ji bo berjewendiyên sermayeyê êrişa li dijî xwezayê zêde bûne û ev tişt got: “Ji Gimgimê ta Kanîreşê, ji Çêrmeyê ta Daristanên Cafranê gel av, ax, daristan û siberoja xwe li dijî talanên sermayayê diparêzin. Em wek jin li xeta herî pêş a vê berxwedanê jiyan, xweza û dahatûyê diparêzin. Gimgim û derdorê wê jî bûne hedefa van polîtîkayên talanê. Em ê destûrê nedin ku xweza û jîngehên me ji bo sermayeyê bên texrîbkirin. Gel û jinên berxwedêr dê bi serkevin, pergala talan û sermaye dê winda bikin.”
 
Welatî çalakiya nobedê berdewam dikin.