Sûcên Tuncay Sonel yek bi yek eşkere dibin

  • 11:31 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
AMED - Sûcên ji hêla waliyê berê Tuncay Sonel hatine kirin, yek bi yek têne eşkerekirin. Vê carê, derket holê ku karta ku wî ji bo peyamên WhatsApp'ê bikar aniye, ya kesekî din bû.
 
Di doza Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bû de, her roj derbarê waliyê Dêrsimê yê berê û sûcdarê sereke yê dozê Tuncay Sonel de, agahiyên nû derdikevin holê.
 
Belgeyên ku derketine holê nîşan didin ka Tuncay Sonel, ku bi salan windabûna Gulistan Doku vedişart, çawa şebekeyeke sûcên rêxistinkirî ava kiriye.
 
Parêzvanê nêzîk ê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û polîsê berê Gokhan Ertok ê di çeteya sîberê de bû, di axaftinên xwe yên WhatsApp'ê de sûcên xwe yek bi yek eşkere dikin.
 
Sûcên ji hêla waliyê berê Tuncay Sonel hatine kirin, yek bi yek têne eşkerekirin. Vê carê, derket holê ku karta ku wî ji bo peyamên WhatsApp'ê bikar aniye, ya kesekî din bû.
 
Kart aîdî kesekî din e
 
Lêkolîna telefonê eşkere kir ku hesabê WhatsApp'ê yê ku ji hêla Tuncay Sonel ve hatiye bikaranîn li ser navê Turgay Kiliç qeyd kiriye. Di nivîsên di navbera Gokhan Ertok ê polîsê berê bû û Tuncay Sonel de eşkere xuya dike Tuncay Sonel ji bo tespîtkirina parvekirinên li ser platformên medyaya dîjîtal ên di eleyhê wî de bên tespîtkirin, ferman daye.