Kordînasyona KJAR’ê Denîz Derya: Me derbek li rejîma Îranê xist

  • 09:04 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Kordîasyona KJAR’ê Derya Denîz li ser rewşa jinan a di şerê Îranê yê berdewam dike de axivî û li ser karekterê şerê di sedsala 21’ê de derketiye holê sekinî û got: “Me bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ derbek mezin li pergala sedest a mêr xist.”
 
Li Rojhilata Navîn pergaleke kapîtalîst, plana dîzaynkirina ji nûve didome û ev kaosa ku netew dewlet dijîn, wek parçeyekî dîzaynkirinê xwe dide der. Piştî agirbesta di navbera Îran-Israîl-DYA’yê de şer ji nûve dest pê kir û tehdîd û êrîş didomin. Piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya di 2022’yan de destpê kir şûnde, Rejîma Îranê polîtîkayên li ser jinan roj bi roj girantir kir. Jin herî zêde bedelê didin. 
 
Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya der barê rewşa jinên li Îranê de pirsên ajansa me bersivand.
 
*Di sedsala 21’ê de şer bi taybet li hember jinan tên meşandin. Ev karekterên şer divê çawa bê nirxandin?
 
Em li taktîka şerê dema nû dinêrin, şerê bi karekterê serdestiya mêr tê meşandin. Ev şer ne nû ye, di dîrokê de jî em dinêrin ku serdestiya mêr ji bo desthilatdariya xwe bidomîne ev şer dane meşnadin. Di sedsala 21’ê de karekterê jinê û daxwaza civakê çiye li ser kîjan esasan dertê pêş? Divê em piralî li vê binêrin.
 
Derketina sêyemîn şerê cîhanê li ser dîzaynkirina nû bi teşe bûye. Pergala kapîtalîst wê çawa bi teşe bike? Di vê sedaslê de daxwaza jin, ciwan û gelan çiye? 
 
Ev mijarek girîng e. Modernîteya kapîtalîst hewl dide li ser hemû mafan serdest be. Ji ber vê dixwaze xwe ji nûve dîzayn bike. Em li şerê Îranê, Sûriyeyê binêrin yên herî zêde tên tunekirin jin in. Pergala kapîtalîst hewl dide ku xwe li ser piyan bihêle. Di şertên tê meşandin de tu berjewendiya jinan tuneye. Lê yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Yên herî zêde li dijî şer têdikoşin jin in.
 
Di sesala 21’ê de jin û civak bi komkujiyên mezin re tên rû hev. Komkujiyên ekolojîk, aborî û çandî tên kirin. Her ku têkoşîna gel zêde dibe êrîş jî zêde dibin. Me ev li Xeza, Îran û Rojava dît. Em li êrîşên DAIŞ’ê yên li ser jin û gelan binêrin. Serdestiya mêr naxwaze jin ji civakê re pêşengiyê bikin. Li Rojhilat rejîma Îranê vê pir baş nîşan dide. Rejîma Îranê di şexsê jinê de hewl dide xwe li ser civakê bi bandor bide hîskirin.
 
Ya civakê tîne gel hev, pêşengiyê dike karekterê jinê ye. Ji ber vê jî pêşengiya jinan pergalê ditirsîne. Ev ji bo hemû pergalên serdest ên mêr derbasdar e.
 
*Di serî de li Îranê li Rojhilata Navîn şer didomin ? Li Îranê rewşa jinan çi ye?
 
Em li şerên sedasla 21’ê binêrin, dixwazin karakterê nû yê jinê ava bikin. Ev rewş li Îranê derket pêş. Hewl dan jinan tevli artêşê bikin lê ev bi zîhniyeta mêr dikirin. Xwestin karekterekî wek mêran difikirin biafirînin. Di civakê de gotin ‘Em rê didin jinan’. Lê kîjan jin ? Ev rewşek stratejîk e. Li cîhanê krîzeke pergalê heye. Krîz di navbera gel û pergalê de didome. Krîz bi şeran hîn bêtir giran dibin.
 
Em di roja îro de dinêrin du paradîgma hatine hember hev. Li aliyekî paradîgma gel, jiyanek û jin pêşengiya wê dike, ya din jî paradîgma ku pergal ji bo sermaye û berjewendiyên xwe şer giran dike ye. Ev her du paradîgma çawa hatine hember hev, em li şerê li Îranê tên jiyîn binêrin.
 
*Di sala 2022’yan de serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir. Piştî serhildanê li Rojhilata Navîn polîtîkaya ji nû ve dîzaynkirinê derket holê. Polîtîka dîzaynkirinê ji ber tirsa ji serhildanê tê kirin?
 
Me behsa karekterê şerê sedsala 21’ê kir. Nirxandina Rêber Apo der barê vê de heye. Sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Pergalên serdest bi krîzên mezin re rû bi rû ne û ev hêzên ku dertên pêş in. Ev bandorek mezin li ser civakê dikin. Li Rojava bi pêşengiya jinan êrîşên DAIŞ’ê hatin astengkirin. Ev rewş bi Rojava sînor nema bandor li hemû cîhanê kir. Di sedsala 21’ê de karekerê têkoşînê ya pêşengiya jinê derket holê. Têkoşîna derket holê bi xwe re guherînek afirand. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ jî bixwe re Rejîma Îranê ya statukoyî hejand. Ji derve jî êrîş hebûn û Îranê hêz winda kir. Lê bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bêhêz nema bi salan e li dijî polîtîkayên rejîmê yên li ser jinan têkoşîn hat dayîn.
Pir caran ji ber ku jin bi tena serê xwe derketin derve hatin qetilkirin, darvekirin, destdirêjî lê hatin kirin. Îranê ev hemû veşartin û xwest xwe cuda nîşanê cîhanê bide. Lê bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ gelek guherîn pêk hatin. Jinan ji vê şoreşê re pêşengî kirin. Vê bandor li ser mêran jî kir. Şoreşê derbek mezin li Rejîma Îranê xist.
 
*Ji bo we serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ siyaseta rêya sêyemîn e?
 
Paradîgma Neteweya Demokrtîk a derket holê berhema têkoşîna bi salan bû. Pêşengê vê paradîgmayê Rêber Apo ye. Paradîgma Neteweya Demokratîk an jî konfederalîzma demokratîk siyaseta rêya sêyemîn bixwe ye. Paradîgmayek li dijî paradîgmaya modernîteya kapîtalîst . Modernîteya kapîtalîst civakê ji holê radike, komkujiyan dike, tiştên jin jê re pêşengiyê dike radike. Lê di siyaseta rêya sêyemîn de jin li dijî pergala kapîtalîst têdikoşe. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ di vê nokteyê de bû têkoşîna ku Îranê bike demokratîk. Ev têkoşîn stratejiya rêya sêyemîn a gelan e.
 
Di polîtîkayên rejîmê de gel qetilkirina xwe dibîne. Ya ku komkujiyan qebûl nake, tunehesibandinê qebûl nake, ya rêya sêyemîn tercih dike jin e. Ger rejîma Îranê siyaseta demokratîk esas bigirta wê îro ji vî şerî rizgar bibûna. Lê ev nekir, ji ber ku pergala demokratîk tercîh bikira wê li dijî berjwendiyên serdest ê mêr tevbigeriya. Em li zindanên Kurdistan û Îranê hatine avakirin binêrin, yên siyaseta rêya sêyemîn dimeşînin jin in. Jinan ji jiyana azad re pêşengî kirin. Ji ber gel êdî polîtîkayên rejîmê qebûl nake.
 
*Li girtîgehên Îranê îşkence li jinan tên kirin. Hûn van polîtîkayên Îranê yên li ser jinan û hemû girtiyan çawa dinirxînin?
 
Dema jinek tê girtin di zindanê de li berxwe dide. Ev ji jinên din ên civakê re dibe mînak. Civak pê serbilind dibe û di riya wê de diçe. Ev îro li hemû Rojhilat û Îranê tên jiyîn. Mînakên me yên mezin hene. Şîrîn Elem Holî li sêdarê got ‘Jin Jiyan Azadî’. Ev xeta têkoşînê ye. Zeynep Celaliyan mînak e. 20 sal in di zindanê de li berxwe dide. Ji bo têkoşîna wê vala derxînin her tiştî dikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ parçeyek vê têkoşînê derket holê. Em têkoşîna jinan a di zindanê de di şexsê Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Nergîz Mihemmedî de dibînin. Gel pêşengên xwe diparêze û têkoşînê dimeşîne.
 
*Jinên li cîhanê têkoşînê dimeşînin, ji bo jinên girtî yên li Îranê divê di têkoşîneke çawa de bin, divê çi bikin?
 
Têkoşîneke li zindanê tê meşandinê heye. Ligel vê piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ gelek darvekirinên mezin dibin. Ev darvekirin bi rê û rêbazên cuda dikin. Jinên li zindanan polîtîkayên rejîmê vala derdixin. Lê ev bi berxwedana wan tenê ne pêkan e. Li cîhanê daxuyanî hatin dayîn, xwedîderketinek çêbû. Lê gelo ev têr dike ? Bê guman têr nake. Divê hemû jin bi hev re dengê xwe bilind bike û têkoşînek mezin pêwist e.
 
Li dijî van êrîşan divê mirov xwedî berxwedanek mezin bin. Wisa bi daxuyuaniyekê tenê nabe. Ev têr nake. Hewcedarî bi berxwedanek rêxistinkirî heye. Ev berxwedan dikare hemû zextên li ser jinên cîhanê bişkîne. Em wek KJAR'ê hewl didin xwe bigihînin hemû jinên Rojhilat û Îranê. Em hewl dibin bibin dengê wan.
 
*Bi jinên ji netewên cuda yên li Îranê dijîn re têkiliya we di kîjan astê de ye?
 
Bêguman niha tevgera jinan KJAR li Îran û Rojhilata Navîn xwedî têkoşînek rêxistinkirî ye. Xebatên me yên parastina cewherî, pewerde û pêşengiyê hene. Rêxistinbûna jinan bandorek mezin dike. Ji ber em li Rojhilat û Îranê rêxisitnikirî ne, rêxistinên jinan yên din yên cîhanê vê dibînin. Armanca me ev e ku em xwe bigihînin jinên li Îranê û Rojhilat dijîn û di zemînek hevpar de bên gel hev. Wek KJAR rola me tê dîtin. Ji ber vê gelek rêxistinên jinan dixwazin me nas bikin. Ji bo parastin û rêxistinkirina wan jî xebatên me hene.