Li Lubnanê zêdebûna tundî û koçberiyê êşa sivîlan zêdetir dike

  • 12:29 30 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubnanê ji ber pevçûn û fermanên valakirina herêman, hejmara kuştina sivîlan û bûyerên koçberiyê zêde bûne. Raporên derbarê êrîşên hewayî, zirara li deverên mîrasên çandî yên parastî de, fikaran zêde dikin.
 
Tevî agirbestê jî, domandina êrîşên Îsraîlê, bandorên şer hîn girantir didomîhe. Mirin zêde dibin, pêlên koçberiyê berfireh dibin û binesaziya girîng ên di nav de rê, nexweşxane û deverên mîraseya çandî hene, zirarên cidî dibînin.
 
Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî  yê Lubnanê di daxuyaniya 29’ê Gulanê de xemgîniya xwe ya derbarê encamên fermanên valakirinê û zêdebûna pevçûnê ku bandorê li civakên herêmî li deverên cuda yên Lubnanê dike û di nav de Tîr, Nabatiye û deverên din ên li başûrê Çemê Zehranî hene, anî ziman.
 
Koordînator diyar kir ku di rojên dawî de sivîlên li seranserî welêt rû bi rûyî zêdebûna bûyerên tundiyê, koça bi zorê û mirinên tirsnak in. Wî tekez kir ku berfirehî û nezelaliya fermanên valakirinê bûye sedema tirs û êşên nehevseng û malbatan neçar kiriye ku di lêgerîna ewlehiyê de lêgerînên ne gengaz bikin.
 
Li gorî raporên ji qadê, sivîlên ku hewl didan ji deverên ku fermana valakirinê hatiye dayîn derkevin, di dema êrîşên hewayî de zirar dîtine. Her wiha hat ragihandin ku êrîşên berdewam hewlên gihîştin û alîkariya birîndaran asteng kirine; gihîştina kesên ku piştî êrîşên hewayî yên Îsraîlê di bin kavilan de asê mane, zor kiriye.
 
Rayedarê NY’yê got ku tenê di 26’ê Gulanê de, herî kêm 31 kesên di nav de jin û zarok hene mirine û 40 kes jî birîndar bûne. Di nav van windahiyan de 14 kesên ku di êrîşa hewayî ya li ser Burc el-Şîmalî ya li nêzîkî bajarê Sûrê de hatine kuştin jî hene. Di heman hefteyê de, di şerê berdewam de 15 zarok hatin kuştin û 62 kes jî birîndar bûn.
 
Gefeke cidî li ser mîrasa çandî heye
 
UNESCO’yê fikarên xwe yên kûr li ser zirara piştrastkirî ya li ser Kelha Şamayê û nûçeyên  êrîşên dora Kelha Beaufortê ku bi awayekî demkî di lîsteya parastina pêşkeftî ya di çarçoveya  Peymana Parastina Milkê Çandî ya 1954’an a Şerê Çekdarî de ye, anî ziman. Rêxistinê her wiha fikarên xwe yên li ser parastina bajarê Sûrê ku di lîsteya Mîrasa Cîhanî de cih digre û xwedî statuya parastina pêşketî ye, anî ziman. Rêxistinê diyar kir ku geşedanên dawî dikarin vê herêma dîrokî bi zirara zêdetir û gefa potansiyel a talankirinê re rû bi rû bikin.
 
UNESCO’yê êrîşên neqanûnî li ser cihên mîraseya çandî şermezar kir û da zanîn ku ev dever xwedî parastina qanûnî ya herî bilind in, li dijî êrîşan û bikaranîna wan a ji bo armancên leşkerî ne. Rêxistinê ragihand ku zirara bi vî rengî civakan ji gihîştina çand û qadên hevpar ên pêwîst ji bo başbûn û hevgirtina civakî bêpar dike.
 
UNESCO’yê ragihand ku ew ê bi rayedarên Lubnanî re ji bo nirxandina zirara li saziyên çandî û xurtkirina tedbîrên parastinê yên lezgîn di çarçoveya desthilata xwe de, xebatên xwe bidomîne.
 
Mirinên nû yên ji ber şer
 
Li gorî geşedanên qadê, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê duh a li dijî ser sê deveran li navçeya Tîrê ya başûrê Lubnanê de, erkdarek tenduristiyê û welatiyek Sûriyeyî di nav de 11 kes mirine. Di nav de xebatkarek din ê bijîşkî 8 kes jî birîndar bûne. Ev agahî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hate ragihandin.
 
Wezaretê diyar kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye ku parastina tîmên bijîşkî garantî dike û ev yek tevî peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re hatî ragihandin, qewimiye.
 
Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de ji 2’yê Adarê vir ve hatine kuştin, gihîştiye 3 hezar û 355’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 10 hezar û 95’an.