Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk

  • 15:50 22 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê deklarasyona Konferas Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku dê di 4-5’ê Tîrmehê de bê lidarxistin, hat diyar kirin ku di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de verastkirinên hiqûqî pêwîst in. 
 
Komîsyona Amadekar a Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk, li Qonaxa Îskender Paşa deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk a ku dê bi dirûşma “Ji bo azadî, statu û aştiyê hiqûqa demokratîk”  li dar bixe daxuyand. Tevî Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeterê û serokên baroyan gelek hiqûqnas tevli daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî hate xwendin. Kurmanciya metnê ji aliyê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Kirmanckiya wê ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa OHD’ê ya Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr û Tirkiya wê jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter ve hate xwendin.
 
Metna daxuyaniyê wiha ye:  
 
“Wekî pêkhateyên konferansa ku em ê di çarçoveya hiqûqeke nû, demokratîk û avaker de bi armanca tevkariyê ji bo bidestxistina 'Mafê Azadî, Statu û Aştiyê' li dar bixin, em we hemûyan silav dikin.
 
Gelê Kurd yê ku yek ji pêkhateyên avaker ên Komara Tirkiyeyê bû lê ev sed sal e hebûna wê tê înkarkirin, ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya îro di bin rejîmeke awarte de tê birêvebirin û mafên wan ên ku ji gelbûnê çavkanî digirin, li derveyî hiqûqê hatine hiştin. Siyaseta tunehesibandinê ya ku li dijî mafê hebûn û nasnameyê û mafên çandî yên gelê Kurd tê meşandin, ji destpêkê ve wekî polîtîkayeke dewletê tê sepandin. Ev polîtîkaya dewletê, bi binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û mafên komî yên Kurdan hatiye meşandin.
 
Digel vê yekê, ji bo bidawîanîna hemû awayên dijberî û berxwedanê yên ku her kesî li hemberî van kiryarên derhiqûqî û polîtîkayên yekperest, înkarker nîşan dane her cure rêbaz hatine bikaranîn.
 
Di pêvajoya wan şer û pevçûnan de ku di nîvê sedsala dawîn de qewimîn, li Kurdistanê û li Tirkiyeyê êşên mezin ên civakî rû dan. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes hatin girtin, gund û bajar hatin rûxandin û valakirin, bi milyonan mirov bi darê zorê ji cihên xwe hatin koçberkirin û mafê gel ê siyaseta demokratîk hat astengkirin.
 
Di hin serdemên vê pêvajoya şer de, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelek hewldan çêbûn; lê her carê jî ev hewldan bi provokasyonan hatin bidawîkirin. Pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015’an jî rastî heman encamê hat û bi rejîma awarte ya piştî pevçûnan, asta herî bilind a bêhiqûqiyê dest pê kir.
  
Di tevahiya vê pêvajoya dîrokî de ku wekî çerxa înkar û serhildanê tê binavkirin, bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27’ê Sibata 2025’an ku ji hêla birêz Ocalan ve hate kirin, şikestineke dîrokî pêk hat.
 
Birêz Ocalan banga fesikirina PKK’ê kir û got: “Bêguman di pratîkê de danîna çekan û feshkirina PKK’ê, girêdayî naskirina siyaseta demokratîk û çarçoveya hiqûqî ye.” Bi vê yekê jî bal kişandiye ser pêdiviya siyaset û hiqûqa demokratîk. 
 
Piştî vê bangê, di çarçoveya pêvajoya nû de bi beşdariya gelek partiyên siyasî yên di Parlemena Tirkiyeyê de komîsyonek hat avakirin û vê komîsyonê 18’ê Sibata 2026’an raporek amade kir û ji raya giştî re ragihand.
 
Di vê raporê de, herçend kêm bin û têrê nekin jî, gelek pêşniyazên wekî hewcedariya destûreke bingehîn a demokratîk, sivîl û hevpar û rakirina astengiyên li ber mafên bingehîn, dariştina verastkirinên hiqûqî yên pêwîst bi taybetî di hiqûqa cîbicîkirinê de, qanûnên veguhêz, demokratîkbûn, bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê, pakkirina qanûnan ji rêzikên têkildarî qeyûman û her cure nêzikatiyên wesayetparêz cih digirin.
  
Birêz Ocalan di hevdîtina di gel şandeyê ya piştî ragihandina raporê de diyar kir ku qonaxa yekem bi dawî bûye û êdî wekî qonaxa duyem, qonaxa 'entegrasyona demokratîk' dest pê kiriye. Ji bo vê yekê jî destnîşan kir ku divê di serî de  qanûnên veguhêz bên dariştin û statuya wî û statuya gelê Kurd a hiqûqî bê diyarkirin.
 
Bêguman ji bo van hemû tiştên ku me anîne zimên, di asta qanûnî, destûrî û peymanî de pêwîstî bi dariştina hin verastkirinên hiqûqî heye da ku rê li ber entegrasyona demokratîk bê vekirin.
 
Beri her tiştî, divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin ku ew yek ji aktorê herî giring ê pêvajoya aştiyê ye, dîsa derfetên jiyaneke azad û xebatê ji wî re bên dabînkirin, qanûnên veguhêz di demeke kurt de bên derxistin û ew yek bê misogerkirin ku kesên ku têkoşîna çekdarî berdane bikaribin di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin.
 
Di serî de hemwelatiya wekhev, mafê azadiya derbirînê, mafê birêxistinbûnê, xurtkirina civaka sivîl û rêveberiyên xwecihî; divê hemû mafên têkildarî hebûn û geşedana civaka demokratîk bên dabînkirin.
 
Divê kar û xebatên dariştina qanûneke bingehîn a nû bên kirin ku wekî peymaneke civakî tê de mafê Kurdan yê perwerdehî û hîndekariya bi zimanê dayikê û naskirina statuya gelê Kurd, hemwelatiya wekhev esas girtin, mafê hebûn û geşedana nasname û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê bên naskirin û misogerkirin.
 
Avakirina civaka demokratîk di heman demê de pêvajoyeke pakbûnê ye. Pakbûn, çi ji aliyê hişmendiyê ve çi jî ji aliyê pergalê ve, tenê bi rêya rûbirûbûna bi heqîqetê re pêkan e.
 
Di vê çarçoveyê de; terkkirina kodên hiqûqî yên ewlehîparêz, zayendperest û neteweperest û avakirina pergaleke hiqûqî ya nû ku azadî û wekheviya jinan, mafên bingehîn û azadiyê ji xwe re esas digire û ji hêla parastina demokrasî û jîngehê ve hesas e, dê tevkariya herî mezin li vê pêvajoyê bikin.
 
Pabendî van ravekirinan, wekî hiqûqnasên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û serokên baroyan; armanca me ya bingehîn ew e ku tevkariyê li wan kar û xebatan bikin ku dê di sedsala 2’yan a Komara Tirkiyeyê di hiqûqê de cih bidine gelê Kurd ê ku di sedsala pêşîn a Komarê de li derveyî hiqûqê hatiye hîştin û em ê ji bo bipêşvebirina naskirina aliyê hiqûqî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
  
Di vê peywendê de, em ê 4 û 5’ê Tîrmeha 2026’an li Amedê bi dirûşmeya 'Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk', Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk li dar bixin.
 
Bi vê boneyê jî em di serî de hiqûqnasên Kurd, hemû hiqûqnasên ku baweriya wan bi aştî û çareseriyeke demokratîk heye, parêzvanên mafên mirovan û saziyên maf û hiqûqê vedixwînin konferansa xwe.”