Ji Hondurasê bang: Mafê Hêviyê pêk bînin

  • 12:01 22 Gulan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - COPINH’ê ji Serokê Komîteya Wezîrên a Konseya Ewropayê re nameyek şand û daxwaz kir ku mafê hêviyê yê Rêber Apo were naskirin.
Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) ku nûnertiya gelê Lenka yê li Hondurasê dike, ji Serokê Komîteya Wezîrên a Konseya Ewropayê re nameyek şand. Di nameya xwe de diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê mafê hêviyê yê Rêber Apo were naskirin û gavên hewce werin avêtin.
 
Naveroka nameya COPINH’ê bi vî rengî ye:
 
"Birêz Serok,
 
Silavên germ ji axa bav û kalên Lenka yên li Hondurasê.
 
Em li ser navê Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) ji we re dinivîsin, ku ew rêxistineke xwecihî ye û zêdetirî sih salan e ji bo parastina jiyanê, axan, mafên kolektîf û rûmeta gelan li hemberî pergalên tundûtûjî, bêmalîkirin, militarîzasyon û mirinê têdikoşe.
 
Têkoşîna me fêrî me kiriye ku aşitî bêyî edaletê nabe û di heman demê de heta ku mafên bingehîn û dengê siyasî yê gel neyên misogerkirin demokrasiyeke rastîn jî ne mimkun e.
 
Em pir baş qîmeta parastina jiyan û azadiya kolektîf dizanin. Rêxistina me tevî zordestî, tawankirin û kuştina hevalên me û qetilkirina Koordînatora me Berta Caceres ya di sala 2016’an de ya ji ber parastina çeman, axê û mafên gelên xwecihî jî  berxwedana xwe didomîne.
 
Bi sûdwergirtina ji vê serpêhatiya dîrokî û siyasî, em dixwazin fikarên xwe yên kûr ên derbarê pabendnebûna biryara ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve têkildarî doza Abdullah Ocalan hatibû dayîn, bînin ziman. Bi taybetî jî yên derbarê jî naskirina 'mafê hêviyê’ de. Ev pabendnebûna berdewam ne tenê binpêkirina standardên navneteweyî yên mafên mirovan e, di heman demê de li pêşiya damezrandina aştiyeke adil û demokratîk astengiyeke cidî ye.
 
Em dihesibînin ku ji aliyê siyasî ve Abdullah Ocalan bi hewldan û nîqaşên heyî yên derbarê aştiyê û çareseriyeke demokratîk de li Kurdistan û Tirkiyeyê muxatabê sereke yê siyasî ye. Berdewamkirina qedexeyên tund ên li ser mafên wî û dirêjkirina şertên wî yên tenêmayînê, perspektîfên diyalog, lihevhatin û veguherîna siyasî lawaz dike.
 
Wekî gelên xwecihî yên ku di dîrokê de parêzvaniya diyalog, xweseriya kolektîf û pêvajoyên aştiyeke birûmet kirine, em bawer dikin ku naskirina 'mafa hêvîyê' ji bo hemû civakên ku hewl didin paşerojeke demokratîk ava bikin, prensîbeke bingehîn a etîkî û siyasî ye.
 
Ji ber vê yekê em bi rêzdarî bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku:
 
1. Pêkanîna bibandor a biryara ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve têkildarî doza Abdullah Ocalan hatiye dayîn misoger bikin û 'mafê hêvîyê' bi tevahî nas bikin.
 
2. Pejirandina mekanîzmayên çavdêriyê yên bihêztir û bibandortir û ji bo misogerkirina cîbicîkirina bilez a biryara dadgehê zexta siyasî li ser desthilatdarên Tirkiyeyê zêde bikin.
 
3. Mercan pêş bixin ku rê bidin Abdullah Ocalan ji bo ku bi awayekî tam û azad beşdarî hewldanên avakirina aştiyê bibe.
 
Ji herêmên Lenka, em li beramberî tundûtûjî û talankirinê parastina jiyanê didomînin, em hevgirtina xwe ya ji hemû gelên ku ji bo edalet, rûmet, demokrasî û aştiyê têdikoşin re diyar dikin."