‘Polîtîkaya bêcezahiştinê qetilkirina jinan zêde dike’

  • 09:05 18 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Endama Piştevaniya Mor, Eylul Naz Baklaci da zanîn ku di zêdebûna qetilkirina jinan de polîtîkayên bêcezahiştinê û pêknehatina qanûnan bandorek mezin dike û got: “Nîqaşên demokratîkbûnê di alî jinan de bi gavên şênber wê watedar be.”
 
Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan, qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan her diçin zêde dibin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê û pêknehatina qanûnan re nîqaşên demokratîkbûnê ji nûve tên rojevê. Rêxistinên jinan diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan, divê bi pêvajoya demokratîkbûnê re hiqûq pêk bê û mafê jinan bikevin bin elwehiyê, Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyetê û qanûna hejmara 6284'an pêk bê. Di vê mijarê de endama Komeleya Piştevaniya Mor, Eylul Naz Baklaci axivî. 
 
‘Bêkontrolbûn û bêcezahiştin pirsgirêka mezin e’
 
Eylul Naz Baklaci der barê pêvajoya demokratikbûnê de nirxandin kir ku daxuyakirin ku ev pêvajo tenê bi sererastkirinên qanûnî ne bi sînor e û veguherîneke ku hemû qadên jiyanê dihewîne îfade dike û got: “Di demên dawî de di qetilkirinên jinan de polîtîkaya bêcezahiştinê heye. Ne tenê ev, biryarên tên dayîn jî pêk nayên û bêkontrolbûn jî vê tabloyê mezin dike.”
 
‘6284 pêk nayê’
 
Eylul Naz Baklaci balkişand ser qanûna 6284'an û daxuyakirin ku ev demeke dirêj e rêxistinên jinan ji bo pêkhatina vê qanûnê têdikoşin û ji roja fesixkirina Peymana Stenbolê jî têkoşîna xwe mezin kirine. Eylul Naz Baklaci wiha got: “Ji ber qanûneke bi kêfî pêk tê, tundî jî zêde dibe. Piştevaniya Mor, bi perspektîfa femînîst çep û tevgera jinê, bi keda jinê re têkoşînê dimeşîne. Di pêvajoya demokratîkbûnê de jî qadên têkoşînê yên civakên cuda hevpar kiriye. Di asta meclîsê de jî zexteke bê avakirin têkoşîna kolanê xurt dike. Zexta raya giştî wê têkoşînê mezin bike.”
 
Eylul Naz Baklaci di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zêdebûna qetilkirina jinan û wiha bi lêv kir: “Yek ji sedemên zêdebûna qetilkirina jinan fesixkirina Peymana Stenbolê ye û pêknehatina qanûnan e. Daneyên dertê holê vê zêdebûnê nîşan didin. Ji ber vê jî sererastkirinên hiqûqî di alî jinan de elwehiyeke jiyanî ye.”