Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî
- 14:08 11 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobaniyê, bi hezaran welatî bi pêşengiya malbatên girtiyan daketin qadan û ji bo serbestberdana zarokên xwe yên di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne, meşeke girseyî li dar xist.
Li Kobaniyê bi pêşeniya malbatên girtiyan û saziyên civakî yên bajar ji bo daxwazkirina serbestberdana girtiyên di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne, meşek girseyî hate li darxistin. Girseya li Qada Jina Azad dest pê kir, heta Qada Aştiyê dewam kir. Di tevahiya meşê de, malbatan wêneyên zarokên xwe yên girtî hildan û girseyê bênavber diruşmeya “Em girtiyên xwe dixwazin” berz kir.
Piştî ku karwanê meşê gihîşt Qada Aştiyê, li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Dûre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobaniyê Mihemed Bozî daxuyaniyek da. Bozî di axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina heyî û daxwaza pêkanîna wê kir û wiha got: “Heta niha zarokên me di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de girtî ne. Li gorî peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de, divê girtiyên me demildest bên berdan. Em bi rêveberiya xwe bawer in û em dizanin ku ew bi şev û roj ji bo dosyeya şervanên me yên girtî têdikoşin.”
Çalakiya gel û malbatan, bi berzkirina diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Em girtiyên xwe dixwazin” bi dawî bû. Gel da zanîn ku heta aqûbeta girtiyan eşkere bibe û ew vegerin malên xwe, dê çalakiyên wan dewam bikin.







