Agirê Newrozê li ODTU’yê hat vêxistin

  • 18:58 12 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE- Meclîsa ODTU ya HDK’ê û xwendekaran li Zanîngeha ODTU’yê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYD Salih Muslim ku duh jiyana xwe ji dest da hat bi bîranînin.
 
Meclîsa ODTU ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û xwendekaran li Zanîngeha ODTU’yê Newroz pîroz kirin. Li cihê Newroz hat pîrozkirin pankarta li ser, “Em li pêy şopa aştiyeke birûmet dimeşin û bi rihê yên bûne Newroz têkoşînê bilind dikin” hat daliqandin. Xwendekarên zanîngehê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Girse li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
 
Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê endama Meclîsa Ciwana a ODTU’yê Besna Gumuş ve hate xwendin Besna Gumuş diyar kir ku Newroz ji bo wan ji pîrozbahiyê zêdetir roja berxwedanê ye û wiha got: “Em Salih Muslim ku emrê xwe ji bo şoreşa Rojava da bi bîr tînin û soza bilindkirima têkoşînê didin. Rihê Kawayê Hesinkar li dijî Dehakan dê îro ji hêla ciwanan ve were hilgirtin. Em Cejna Newroza ku sembola hatina biharê, şiyarbûna xwezayê û berxwedanê ye, bi hêviyê pêşwazî dikin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin. Girse demekê dirêj li ber stranan govend gerandin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.