Dorpêça li ser Kobanê dewam dike

  • 14:29 2 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome. Nifûsa bajar 600 hezar kes derbas kiriye û krîzeke insanî rû daye. 
 
Komên HTŞ, DAIŞ û yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, di 20’ê Sibatê de êrişî Kobanê kir û dorpêç kir. Dorpêça li ser bajar, di roja 41’an de didome. Diviyabû dorpêça li ser bajar di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera HSD’ê û hikûmeta demkî de bihata rakirin lê hêj jî tu gaveke şênber nehatiye avêtin. 
 
Bi destpêkirina êrişan re ji Tebqa, Reqa û Helebê gelek kesan berê xwe dan navenda Kobanê. Tê destnîşankirin ku nifûsa navendê 600 hezar kes derbas kiriye. Ji ber dorpêça li ser bajar, di mijarên xurek, ava paqij û xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û krîza insanî roj bi roj girantir dibe.