'Di destûra nû de divê mafê jinan hebe'

  • 09:06 28 Sibat 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên anî ziman ku hikûmeta demkî ya Şamê hebûna jinan qebûl nake, mafên wan nas nake, li dijî vê hişmendiyê jin di nava têkoşînê de ne û ji bo di destûra nû de cîh bigrin her di nava çalakî û xebatan de ne.
 
Piştî şerê navxweyê yê bi salan li Sûriyeyê rejîma Baasê hilweşiya û ji aliyê hêzên emperyalîst ve li Sûriyeyê hikûmetek demkî ku yek ji çeteyê HTŞ'ê Colanî jê re pêşengtiyê dike hat avakirin û niha ji bo Sûriyeyê amadekariya destûra bingehîn a nû tê kirin. Divê destûra ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî hewl didin wekî aliyekî ji bo amadekariya vê destûrê cih bigirin, rayedarên hikûmeta demkî hewl didin ku li gorî rêbazên xwe destûreke bingehîn ji bo Sûriyeyê amade bikin. Ev destûra ku wê ji aliyê vê hikûmetê ve bê amadekirin bi taybetî dê bandorê li ser jin û mafên jinan bike û mafên wan binpê bike. Jinên rojavayê Kurdistanê ku ji şoreşa li Rojava re pêşengtî kirin bertek nîşanî vê destûra ku wê bê amadekirin didin û dibêjin ku heta dawî wê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin.
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, derbarê êrîşên li ser herêmê û di destûra nû de mefê jinan, plansazî û çalakiyên maha adarê nirxandin kir.
 
Jiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de bahsa şoreşa Rojava ku ew 14 salin bi têkoşînek bêhempa ya keda jinan hatiye avakirin û got: " Ew 14 salin li Rojava em wekî jin di nava têkoşînek mezin de ne. Destkeftiyên şoreşê ku me bi dest xistine ne tene ji bo jinên kurd bûn, ji bo hemû jinan destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Projeya ku me ji bo jinan pêş xist ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê bû ilhama têkoşînê. Li hemberî şoreşa jinê, şoreşa Rojava êrîşek pir alî hat destpêkirin. Rûxmê êrîşa giran ku destkeftiyên me yên 14 salan hatin hedefgirtin jî jinan helwesta xwe li hemû kolanan da nişandan. Êrîşên ku hatin kirin li dijî projeya neteweya demokratîk bûn."
 
'Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza mafên jinan di destûra nû de bikin'
 
Jiyan Hisên diyar kir ku di 8'ê adarê de wê ji bo mafê jinan di destura nû de cihê xwe bigrin çalakiyan lidar bixin û ew yek anî ziman:" Em ê wekî jin rûxmî hemû êrîşan jî di 8'ê Adarê de dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe bikin.Wekî saziyên jinan yên li rojavayê Kurdistanê Kurdistanê me  di 18'ê Sibatê de deklerasyona xwe ya ji bo 8'ê adarê bi dûrişma 'Bi Jin Jiyan Azadî emê deestkeftiyên Rojava biparêzin' eşkere kir. Hemû tekoşîn û armanca me ev e ku di destura nû de mafê jinan mîsoger bikin û bi qanûnan jî hebûna wan bidin qebulkirin. Di nava 14 salan de jinan pêşengiya şoreşa Rojava kir di hemû qadan de jinên kurd ji civakê re pêşengî kirin.  Ji vir û şunde jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Êrîşên piralî tên kirin lê wê tekoşîna jinan li hemberî êrîşan berdewam bike."
 
'Mafên jinan divê di destûrê de bê qebûlkirin'
 
Jiyan Hisên anî ziman ku wekî Kongra Star pêşengî ji civakê re kirine û hemû jinan di nava Kongra Star de cîh girtin û got: " Kongra Star 21 salin pêşengtiyê ji civakê re dike. Ji hemû netewan jin di bin siya kongra Star de perwerde dîtin û hatin rêxistinkirin. Niha pîştî ku hikumeta Şamê ya demkî hat ser deshilatê di hemû qadan de hebûna jinan qebul nake. Jin li hemberî wê biryarê bi hêrsin û qebul nakin. Kongra Star ji bo mafên jinan di destura nû de bê bicîhkirin di nava xebat û têkoşînê de ye. Hebûna jinan û mafên wan di Sûriya nû de divê bê qebûlkirin. Niha wê komîteyek ji bo destura nû bê avakirin hewldana me ev e ku di nava wê komîteyê de jin cihê xwe bigirin."
 
'Di pergala me de hebûna jinan esas e'
 
Jiyan Hisên bahsa hişmendiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî kir û ew yek anî ziman: "Hişmendiya hikumeta nû ya demkî ku hetiye ser deshilatê bi tu awayî hebûna jinan qebul nake, mafê jinan nas nake. Niha hemû têkoşîna me guhertina wê hişmendiyê ye. Di nava pergala me de hebûna jinan di hemû qadan de esas e. Niha hikûmeta demkî ya Şamê wê rastiyê bi çavên xwe dibîne, li parêzgeha Hesekê di hemû qadan de jin cihê xwe digrin. Tene ne jinên kurd divê mafê jinan yên ji hemû netewan bê qebulkirin. Guhertina hişmendiyê ne hêsan e, têkoşînek mezin jêre divê û  em ê jî li gorî wê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Li herêmên di bin serweriya Şamê de zext li ser jinan zêde ye'
 
Jiyan Hisên bahsa herêmên hikûmeta Şamê kir ku rewşa jinan gelek nebaşe û got: "Herêmên ku berê bi pergala xweseriya Demokratîk dihat birevebirin di rewşek xirap de ye. Ji jinan re hemû qad qedexe kirine. Gelek jin bi me re dikevin pêwendiyê û diyar dikin ku zext û zordariyek mezin li ser jinan heye. Di bin navêîslamê de li ser jinan hîcaba reş tê ferz kirin. Binpêkirinên mafên jinan li wan herêman pir zêdeye."
 
'Me bi saya Rêber Apo destkeftiyên 14 salan bi dest xistine'
 
Jiyan Hisên di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê xwedî li felsefeya Jin Jiyan Azadî derkevin û wiha bi dawî kir: " Baweriya me heta dawî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî heye, em ê bi wê felsefeyê, bi wê zanist û destkeftiya ku bi saya Rêber Apo me bi dest xistiye têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi rihê peyama Rêber Apo ku ji bo aştî û civaka demokratîk hat weşandin çalakiyan li darbixin û têkoşîne bidomînin. Divê hemû jin di 8'ê Adarê de dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin. Eger Sûriyeyek demokratîk bê avakirin wê bi deng û rengê jinan ava bibe. Divê jin yekitiya xwe ava bikin ku bibe vesîleya yekitiya hemû parçeyên Kurdîstanê."