Ji bo vegera Kurdên ji Reqayê komîteyeke hevpar
- 15:25 23 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Ji bo Kurdên ji Reqayê bi rengekî ewle vegerin cihê xwe, komîteyeke hevpar hate avakirin.
Di çarçoveya hewldanên vegerandina koçberan ji bo malên wan de, şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi parêzgarê Reqayê re hevdîtin pêk anî.
Piştî gera xwe ya li Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û fermandarê Asayişê Mehmûd Xelîl, bi parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame re civiyan.
Di civînê de rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya Reqayê, her wiha rewşa Kurdan li herêmê hat gotûbêjkirin.
Li gorî ajansa ANHA'yê her du alî gihaştine biryarekê ku ji bo vegera ewle ya Kurdan ji bo malên xwe yên li Reqayê, komîteyeke hevbeş di navbera her du aliyan de ava bikin.
Der barê mekanîzmaya xebatên komîteyê agahî nehatin dayîn.







