Li Perperikê û Xalxalokê 21ê Sibatê hat pîrozkirin
- 14:57 23 Sibat 2026
- Çand û Huner
AMED - Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê yên Perperike û Xalxalokê ya Şaredariya Peyasê perwerdeya pirzimanî dibînin, bi mûnasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî şahiyek li dar xistin.
Zarokên Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanan ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibînin, bi beşdariya Nivîskar Fatma Taşli Tunç, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi xwekirina cil û bergên neteweyî û herêmî stran strandin, govend gerandin û bi çalakiyên cihêreng pîrozbahî li dar xistin.
Xebatkarên Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê a Perperike û Xalxalokê ya Zarokistanê diyar kirin ku ew dixwazin bi perwerdehiya pirzimanî re çand, hûnerê di Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike û Xalxalokê de fêrî zarokan bikin. Mamoste û zarokên bi boneya 21ê pîrozbahî li dar xistin û demên xweş derbas kirin.







