Xwendekarên li Îranê çalakiyên protestoyî didomînin

  • 18:47 22 Sibat 2026
  • Rojane
     
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî qetilkirin û girtina xwendekaran a di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azdî” û “Mirin ji bo dîkdator” dest bi xwepêşandanan kirine.
 
Li gor dîmenên li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, îro li Zanîngeha Emîr Kebîr, Zanîngeha Beheşt a Tehranê, Zanîngeha Xwace Emîrî û Zanîngeha Şerîf bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” xwepêşandan hatin kirin. Lê mîna her carê hêzên rejîmê bi tûndî bersiva xwepêşanderan da.
 
Xwendekarên zanîngehan li beramberî xwendekarên ku di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine kuştin û girtin dest bi xwepêşandanan kirine.
 
Xwepêşandanên li zanîngehan ji roja 21’ê Sibatê ve despê kirine. Di dema xwepêşandanan de di navbera xwepêşander û hêzên besîc ên Îranê de alozî derdikevin.