Li Îdirê atolyeya li Dêrsimê hevdîtin
- 19:20 22 Sibat 2026
- Rojane
ÎDIR-Li Îdirê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DBP’ê bi wesîleya 8’ê Adarê xebata atolyeyê pêk hat û li Dêrsîmê jî bi hevdîtina bi jinan re pêk hat.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li taxa Emek a Îdirê bi jinan re xebata atolyeyê pêk hat. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya DBP’ê Hebûn Aslan, Guvercîn Aras û hevseroka DBP’a Îdirê Kezîban Karasu Tanca û gelek jin tevli atolyeyê bûn. Di atolyeyê de dîroka 8’ê Adarê, têkoşîna jinan û xebatên li herêmê wê bên meşandin hatin nirxandin.
Endama PM ya DBP’ê Guvercîn Aras da zanîn ku 8’ê Adarê ne tenê rojek bîranînê ye, sembola têkoşîna wekhevî û azadiya jinan e û wiha got: “8’ê Adarê navê têkoşîna rêxistinkirî û îtîrazê ye. Em ê li her qada jiyanê gotina xwe mezin bikin.
Ji bo meşê bang
Guvercîn Aras balkişand ser piştevaniya jinan û ji bo meşa 26’ê Sibatê ya li Îdirê û her wiha 8’ê Adarê bang li jinan kir.
Atolye bi nêrîn û pêşniyarên jinan bidawî bû.
Li Dêrsîmê hevdîtin
TJA û Rêxistina DEM Partî ya Dêrsîmê bi wesîleya 8’ê Adarê li Pilurê bi jinan re hat gel hev. Parlamentera Dem Partiyê Ayten Kordu û gelek kes tevli bernameya ku li avahiya DEM Partî ya Pilurê pêk hat bûn. Pankarta ‘jin jiyan azadî’ li salonê hat daliqandin.
Ewil hevseroka DEM Partî ya Dêrsîmê Humeyra Tusun Yegîn axivî û diyar kir ku li her derê cîhanê jin ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve hedef tên girtin û got divê jin li dijî van êrîşan bi rêxistinbûna xwe têkoşînê bimeşînin. Piştre Ayten Kordu mafê axaftinê girt û wiha got: “Di van rojên ku 8’ê Adarê nêz dibe de qirkirineke cidî ya jinan heye. Her roj jin tên qetilkirin. Çend roj berê di rojekê de li bajarên cuda 6 jin hatin qetilirin. Li Tirkiyeyê pergaleke zayenpderest heye.”
Ayten Kordu balkişand ser girîngiya xurtkirina îradeya jinê, pêkhatina nûneriya wekhev û got yekane şerta pergala demorkatîk cihgirtina jinan di siyaset, aborî, mal û kolanê de ye.
Piştre bi jinan re der barê pirsgirêkên tên jiyîn hat axaftin.







