Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 106’an de didome
- 12:51 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, kuştin û binçavkirina bi dehan xwepêşanderên di xwepêaşdandanên Îranê de weke cînayeta bi destên dewletê nirxand, ragihand ku ji meha Çileyê ve heta niha 123 kes hatine darvekirin.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 106’an de didome. Li seranserê welat girtiyên li 56 girtîgehan, li dijî pêkanîna dayîna cezayên darvekirinê, di grevê de ne. Kampanyayê ragihand ku ji destpêka sala 2025’an heta niha zêdeyî 2350 kes hatine darvekirin.
Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hat dayîn de, bal kişand ser tepisandin, kuştin û binçavkirinên xwepêşanderan di xwepêşandanên dawî yên Îranê de û wiha hat gotin: “Ev pêkanînên rejîma zextê, di çarçoveya bi zorê windakirin û cînayetên bi destên dewletê ye. Berpirsê vê Velayet Fakih e.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Tevî ku di ser qetilkirin û binçavkirina welatiyên bêguneh li tax, kuçe û cedeyên Îranê sê hefte zêdetir e derbas dibe, hê beşek mezin ê gelê Îranê der barê aqubet û rewşa hezkiriyên xwe de bê agahî ne. Ev pêkanînên rejîma zextê, bi zorê windakirin û cînayetên bi destên dewletê ye û berpirsê wê yê destpêkê Velayet-î Fakih e.
Gelek kesên hatine binçavkirin, ji mafê darizandina edlî bêpar veşartî tên darizandin û di bin gefa cezayên giran û darvekirinê de ne. Saziyên ewlehiyê, gef li gelek parêzerên serbixwe xwarin, destûr nedan parastina kesên hatine binçavkirin bikin.
Bi sedan kes hatine darvekirin
Em weke endamên kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, daxwaz ji hemû girtî û malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane dikin ku dengê xwe bilind bikin, navê hezkiriyên xwe bi raya giştî û medyayê bidin bihîstin. Em bang li hemû kesên bi rûmet, mafên mirovan, sendîka, aktivîstên siyasî û sivîl dikin ku ji her demê zêdetir bibin dengê girtiyan û yên hatine binçavkirin.
Rejîma despot, bi awayek hovane darvekirinan didomîne, ji meha Çileyê ve heta niha 123 kes, ji destpka 2025’an heta niha zêdeyî 2350 kesan darve kiriye.
Têkoşîna gelê Îranê ya ji ber zextên rejîma faşît ku xwîna bi hezaran ciwan û zarokan rijandiye, rê li ber wê yekê vekir ku Yekîtiya Ewropayê, Muhafizên Şoreşê bixe lîsteya terorê. Ev pêşketin ji bo têkoşîna gelên Îranê gaveke mezin e û ne tenê endamên vê kampanyayê û hemû girtiyên siyasî, daxwaza hevpar a gelê Îranê yek e bi salan e daxwaza azadî û wekheviyê dike.”
Di çarçoveya hefteya 106’an a kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ de girtiyên li 56 girtigehan di greva birçîbûnê de ne.







