'Pêdivî ji hiqûq û wijdanê civakî heye'

  • 09:06 3 Sibat 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên ku xwepêşandanên piştî êrîşên li ser Rojava dişopînin, bi awayekî bi kêfî hatine astnegkirin, binçavkirin û gef li wan hatine xwarin. Hevseroka ÎHAMED'ê Burcu Şeber diyar kir ku sansura dîjîtal bûye sîstematîk û got, "Tiştê ku em hewce ne, ne tepeserkirin, lê aqil, qanûn û ya herî girîng jî wijdanê civakî ye."
 
Li gorî raporek ji aliyê Platforma Rojnamegeriya Daneyên Serbixwe ve hatiye amadekirin, hefteya borî gihîştina 39 hesabên medyaya dîjîtal ên 32 weşanxaneyan hatiye astengkirin. Hate diyarkirin ku 23 ji van hesaban ên rojnamevanan û 16 jî yên ajansên nûçeyan, rojname û kanalên televîzyonê ne. Her wiha, hesabê X'ê yê ajansa me JINNEWS'ê di mehekê de sê caran hatiye girtin. Piştî êrîşên li ser Rojava û Kobanî û zêdebûna xwepêşandanên li herêmê, xebatkarên çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan bi kampanyayeke sansurê ya piralî rû bi rû mane. Astengkirinên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û ajansên nûçeyan armanc dikin ku rê li ber gihîştina rastiyê ya ji raya giştî bigirin û ev polîtîka wekî êrîşeke sîstematîk a ji bo bêdengkirina çapemeniya azad tê meşandin.
 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) Parêzer Burcu Şeber li ser sansur û sînordarkirinên li ser çapemeniyê ku bi êrîşên li ser Rojava dest pê kirine şîrove kir.
 
'Mafê raya giştî yê agahdarkirinê tê sînordarkirin'
 
Burcu Şeber diyar kir ku piştî pêşketinên li Sûriyeyê ji 6'ê Çileyê û vir ve û êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran, di nav de Wan, Riha û Amed, meş û civînên çapemeniyê yên girseyî hatin lidarxistin û di vê heyamê de rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi zextên cidî rû bi rû man. Burcu Şeber got, "Mixabin, ne tenê êrîşên fîzîkî hene, lê di qada dîjîtal de jî pratîkek sansurê dest pê kiriye. Armanc di rastiyê de sînordarkirina mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye. Di demên dawî de, gihîştina hesabên kesane an ajansî yên gelek rojnamevanan, wekî Ajansa Mezopotamya, JINNEWS û rojnamevanên serbixwe Rûşen Takva û Neşe Îdil, gelek caran hatiye astengkirin. Mixabin ev rewş bûye sîstemek. Pêdivî ye ku meriv bipirse ka ev hesab çawa dikarin werin girtin dema ku şertên qanûnî yên derbasdar nehatine bicîhanîn."
 
'Qanûn hatiye çewisandin'
 
Burcu Şeber, destnîşan kir ku hincetên biryarên ku ji hêla Dadgehên Ceza û Dadgehên Sulhê ve di dozên ku ew di van demên dawî de dişopînin de hatine dayîn, tu sûcdariya sûc an şîrovekirina qanûnî tê de tune ne û got ku tiştên qewimîn pratîkên keyfî bûn, ne yên qanûnî bûn. Burcu Şeber got, "Li cihê ku qanûn tune be, ez niha nikarim şîroveyeke yasayî pêşkêş bikim. Pir eşkere ye ku qanûn hatiye çewisandin û  veguheriye pergaleke keyfî. Di encamê de, em bi xwezayî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, em dozan dibin Dadgeha Destûrî. Di xebata me ya berê de, di derbarê gelek sînorkirinên gihîştinê yên ku me dîtin de biryarên pêşîn hatin dayîn. Di derbarê vê pêvajoya dawî de, serlêdan dîsa ji Dadgeha Destûrî re hatine kirin. Lêbelê, di dawiyê de, çûna Dadgeha Destûrî pêvajoyek e û biryara ku dê ji wir were pêvajoyek cuda ye. Ji ber ku bûyerên nû li Tirkiyeyê bi berdewamî diqewimin, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan dixwazin wan bikin rapor. Lêbelê, mixabin her rapora nûçeyan û nûçeya vîdyoyê bi rengekî pir keyfî bi sînorkirinên gihîştinê re rû bi rû dimîne. Bi rastî, tewra di dozên heyî de jî, raporên nûçeyan ên ku şîroveyên li ser mijarên berjewendiya giştî nagirin rasterast ji gihîştinê têne astengkirin."
 
'Hesabên ku digihîjin 242 milyon şopînerî, hatin girtin'
 
Burcu Şeber, bal kişand ser rewşa pir cidî û destnîşan kir ku lêkolînek ji hêla Platforma Rojnamegeriya Daneyên Serbixwe ve hatî kirin jî ev rewş bi daneyan eşkere kir. Burcu Şeber got, "Rapora ku hefteya borî hat weşandin îstatîstîkên pir balkêş eşkere kir. Li gorî vê, gihîştina 39 hesabên medyaya dîjîtal ên aîdî 32 weşanxaneyan hat astengkirin. Ya ku bi rastî balkêş e ev e ku hejmara giştî ya şopînerên van kes û saziyan ku gihîştina wan hat astengkirin 640,000 e û nêrînên wan bi kêmî ve 242 milyon in. Em dibînin ku hesabên ku digihîjin temaşevanên 242 milyon bi zanebûn hatine girtin. Ger em nekarin bingeha vê yekê bi qanûnî rave bikin û daneyan bidin, em nikarin di biryarên Dadgehên Sulhê de jî behsa hiqûqê bikin. Wê demê em ê çawa vê rewşê rave bikin?"
 
'Porê honandî  ji bo jinên Kurd, sembola azadiyê ye'
 
Burcu Şeber, destnîşan kir ku bi awayekî zelal tê dîtin ku di demên dawî de êrîşên li ser Rojava nayên ragihandin û diyar kir ku encamên civakî yên tiştên ku diqewimin pir giran in. Burcu Şeber, got, "Piştî ku porê honandî, ku sembola serxwebûn, azadî û berxwedana jinan e di dema êrîşên çeteyên HTŞ û hevkarên wan ên li Rojava de bû, hat qutkirin. Tevahiya tevgera jinan, parêzvanên mafên mirovan û kesên ku ji vê yekê re bêxem nebûn bi tundî bertek nîşan dan. Li çaraliyê cîhanê bertekek mezin çêbû. Lêbelê, ji aliyekî din ve, komên ku vê rewşê bi awayekî nijadperest bikar anîn jî hebûn, pêvajo veguherandin hedefgirtinê. Di vê pêvajoyê de, bûyerên ku mirov bi eşkereyî hatin hedefgirtin hebûn. Lêbelê, porê honandî sembolek e ku azadî, berxwedan û serxwebûnê îfade dike. Ew sembola azadiya hemî jinan bi giştî û jinên Kurd bi taybetî ye. Dîsa, wekî ku me li ser medyaya dîjîtal jî şopand, hemşîreyek tenê ji ber ku porê xwe honandibû lêpirsînê derbarê wê de dest pê kir. Ji bo vê yekê bingehek qanûnî tune ye. Ev hemû pêvajoya ku em gihîştine nîşan dide. Ev bi zelalî nîşan dide ka ew çiqas girîng û krîtîk e. Azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê bi tedbîrên îdarî nayên ji holê rakirin. Em nikarin rastiyê bi sansûr û zextê bêdeng bikin. Tiştê ku em hewce ne ne zext e, lê belê aqil, qanûn û ya herî girîng jî, wijdanê civakî ye."