Ji bo piştgiriya malbatên koçber Înîsiyatîfa Ciwanan hat avakirin

  • 15:42 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ciwanan ji bo alîkariya malbatên ku ji ber zilm û zordariya çeteyên HTŞ’ê koçber bûne, bi dabînkirina piştgiriya madî û ehlaqî ji wan re dixebitin.
 
Li Tirbespiya nêzî Qamîşloyê, komek ciwanan ji bo piştgiriya malbatên koçber û dabînkirina alîkariyên cûrbecûr, înîsiyatîfek bi navê "Destên Kesk" ava kirin.
 
Lava Îbrahîm ku yek ji damezrînerên înîsiyatîfê ye, ragihand ku ew bi rêxistinên herêmî re hevrêziyê dikin û wiha got: “Em, jin û mêrên ciwan ên li Tirbespiyê, kom bûn û me ev înîsiyatîf damezrand da ku alîkariya malbatên koçber ên ji herêmên cûda bikin, barê wan sivik bikin û bi rêya çalakiyên ku em wekî beşek ji înîsiyatîfê organîze dikin, piştgiriya psîkolojîk bidin zarokan.” Lava diyar kir ku înîsiyatîf armanc dike ku êşa koçberan sivik bike û destnîşan kir ku tenê li bajarê Tirbespiyê 100 malbatên koçber dijîn.
 
Lava da zanîn ku malbat jimartine û dîtine ku 100 malbat hene û wiha pê de çû: “Em ê vê înîsiyatîfê bi belavkirina selikên xwarinê, pêdiviyên ji bo zarok û jinan, pêlîstok, û cil û berg û kelûpelên malê ji bo mezinan û zarokan ji bo her malbateke koçber a ku li dibistan û malên Tirbespiyê dimîne bidomînin. Em her wiha alîkariya darayî didin malbatan.”
 
Xwarin rojane di bin çavdêriya Narîn Şêxo de, bi hevkariya metbexa Tirbespiyê tê peydakirin. Narîn Şêxo bi xwe xwarinan amade dike û pêşkêşî malbatên koçber dike. Ji bo pîrozkirina hewldanên hêzên ewlehiyê di parastina herêmê de li hember zêdebûna şer û êrîşên heyî, înîsiyatîfa "Destên Kesk" li xalên kontrolê yên ewlehiyê xwarinan belav dike. Alîkarî ne tenê bi xwarin û nivînan ve sînordar e. Li gorî Lava Îbrahîm, înîsiyatîf perwerdehiya alîkariya yekem a taybetî û dersên ji bo zarokan jî peyda dike.