Li Siwêdayê bi hezaran kes li qadê bûn

  • 15:39 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Siwêdayê li qada Kerama bi dirûşma "Hebûn an tunebûn" xwepêşandan li dar xist û daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê kir.
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Siwêdayê li qada Kerama xwepêşandanek bi dirûşma "Hebûn an tunebûn" li dar xist.
 
Xwpêşandêran daxwaza mafê diyarkirina çarenûsê û pêkanîna mafên wan ên siyasî û sivîl kir.
 
Di xwepêşandanê de al û sembolên Durziyan hatin hildan û hate diyarkirin ku armanca wan ew e ku peyameke zelal a li ser daxwazên xwe bigihînin hikumeta demkî.