Weqfa VIM’ê serdana Kongra Star kir

  • 13:06 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Weqfa VIM’ê Lava Hîkmet û şandeya pê re serdana Kongra Star kir.
 
Weqfa VIM ku bi pêşengiya seroka weqfê Lava Hîkmet di 29’ê Çileyê de ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, îro serdana Kongra Star kir. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen, Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed pêşwaziya şandeyê kir.
 
Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat.
 
Şande piştî serdana Kongra Star dê serdana malbatên şehîdan bike. Piştî serdanan jî dê îro derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.
 
Weqfa VIM organîzasyonek e ku sala 2019’an li Silêmaniyê ji bo diyarkirina pêdiviyên civakî û bi armanca alîkariyê hatiye avakirin.