Ji navçeya sînor bang kirin: Dawî li vê zilmê bînin !
- 09:04 29 Çile 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
RIHA - Jinên tevli çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser Rojava ya li Serêkaniyê bûn, bertek nîşanê bêdengiya cîhanê dan û banga ‘Em ji bo Rojava li vir in, dawî li vê zilmê bînin’ kirin.
Êrîşên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayê Tirkiyeyê yên li dijî Rojava tevî agirbestê her diçin zêde dibin. Di encama êrîşan de, di nav de zarok jî hene gelek kes hatin qetilkirin, gelek kes birîndar bûn. Ligel vê li herêmê pirsgirêkên derman, xurek, av û ceyranê didomin. Tevî evqas neyîniyan têkoşîn her diçe mezin dibe. Êrîş her diçin zêde dibin û li her herêma Kurdistanê çalakiyên protestoyî didomin. Tevî zext û îşkenceya polîsan gel qadan terk nakin û meşan pêk tînin.
Yek ji cihê ku çalakî lê pêk tên navçeya Serêkaniyê ya di xeta sînorê Kobanê de ye. Duh li Serêkaniyê tevî dorpêça polîsan gel hat gel hev û çalakiya protestoyî pêk anîn. Jinên tevli çalakiyê bûn daxwazên xwe anîn ziman û bang li rayedaran kirin.
‘Em dixwazin şer bi dawî bibe’
Hamîde Kiliç: “Ez ji bo Rojava û Kobanê hatim vir. Li wir mirov di vê sermayê de li derve ne û ez ji ber vê nikarim li mala xwe li ber sobeyê rûnim. Êdî bila ev şer bidawî be. Ez dayika du şervana me. Min kurê xwe li Efrînê winda kir, ji keça xwe jî 12 sal in agahiyê nagirim. Min kurê xwe winda kir, bila kes zarokên xwe winda neke. Aştî bi destê kê ye bila pêk bîne.”
‘Li Kobanê bi rojane ceyran tune ye’
Tuana Çetîn: “Ji 6’ê Çileyê de ye şer heye. Mirovên bêguneh dimirin, zarok dimirin. Tevî agirbestê şer ranaweste. Êdî bes e. Ev mijara nîjadê ye, ev mijara mirovahiyê ye. Bila êdî ev şer raweste. Ew zarok, ew mirov guneh in. Kobanê bi rojane bê ceyran, bê av û derman e. Heyfa wan mirovan. Êdî rawestin.”
‘Li Kobanê îşkence heye’
Cemîle Kilinç: “Em ji bo aştî xwişk û biratiyê li vir in. Bila mirovên me zarokên me neyên qetilkirin. Em şer naxwazin. Em aramiyê dixwazin. Em ê heta kengî vê bijîn. Em li dijî şer in. Li Kobanê îşkence heye. Birîndar hene. Ev dijhiqûqî ye.”
‘Em ji bo Rojava li vir in’
Rahîme Bal: “Em ji bo Rojava li vir in. Bila jin neyên qetilkirin. Tevî agirbestê êrîş didomin. Zarok ji sermayê û birçînan jiyana xwe ji dest didin. Em êdî aştiyê dixwazin.”
‘Bila dawî li vê zilmê bînin’
Gulçîn Kevcî: “Em ji bo Rojava hatin gel hev. Em ji bo zarokan ji bo aştiyê li vir in. Hemû zarokên me ne. Bila dawî li vê zilma li ser Kurdan bînin.”
‘Cîhan çima bêdeng e?’
Adîle Çelîk: “Em îro ji bo Rojava hatine vir. Çima her kes bêdeng e. Dijhiqûqiyek mezin neheqiyek mezin li ser Rojava heye. Ev qedexe çima hene. Çima meşên me asteng dikin? Li cihekî din tiştek biqewime cîhan deng derdixe. Lê ji bo vir çima kes tiştekî nake. Agirbest heye lê agirbest tê binpêkirin. Bila dawî dawî li vî şerî bê.”
Zeynep Şahîn: “Em îro ji bo Rojava li vir in. Bila aştî pêk bê. Zarok ji sermayê û birçînan dimirin. Hêviya me aştî ye. Bila agirbestek bi bandor pêk bê. Em serkeftina Kobanê dixwazin.”







