'Parastina Kobanê parastina projeya Sûriyeya demokratîk e'

  • 14:47 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku çawa ku Kobanê bû destpêka qedandina DAÎŞ'ê, îro jî parastina wê eger ji aliyê her kesî ve weke berpirsyariyeke dîrokî bê pêkanîn, dikare bibe destpêka rasteqîn a afirandina aştî û aramiyê li Sûriyeyê.
 
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 11`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniya MSD`ê te hat gotin:
 
“Van rojan, dema ku em salvegera rizgarkirina Kobanê bi bîr tînin, em yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka têkoşîna li dijî terorîzmê bi bîr tînin. Kobanê, bi saya berxwedana kur û keçên xwe û qurbaniyên hêzên xwe yên parastinê, ne tenê li Sûriyeyê, lê li seranserê cîhanê bû destpêka dawiya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kobanê ya ku li dijî rêxistina terorîst a herî hov sekinî û bi hezaran şehîd ji bo parastina hemû mirovahiyê feda kirin, niha rastî êrişên berdewam û dorpêçeke giran tê ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve. Qutkirina av, elektrîk û dermanan, polîtîkayên cezakirina komî û tolhildanê tîne bîra mirov. Ev giryar li qanûnên navneteweyî, tawanek şer û binpêkirinek eşkere ya prensîbên qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
 
MSD`ê diyar kir ku tiştê îro Kobanê tê kirin, ev dorpêçkirin û êriş kiryareke tolhildanê ne li dijî bajarê ku pişta DAIŞ`ê şikand û xeyala terorîzmê ya ku cîhanê tehdît dikir. Ji ber vê yekê, berdewamiya vê rewşê xetereyeke rastîn a komkujiyan li dijî sivîlên bêguneh çêdike û derfetên aramî û aştiyê li Sûriyeyê bi giştî têk dibe.
 
MSD`ê di daxuaniya xwe de ev bang kir: “Tavilê li derdora Kobanê û hemî deverên aloz şer raweste, û dorpêça li ser bajêr bi tevahî û bê şert û merc were rakirin.
 
Vekirina korîdorên ewle û mirovî ji bo gihandina av, elektrîkê, derman û pêdiviyên bingehîn.
 
Hemû hêzên leşkerî yên ku ewlehî û aramiya Kobanê tehdît dikin ji derdora bajêr werin dûrxistin, sivîl bêne parastin.
 
Rawestandina êrişên çekdarî li ser herêma Cizîrê û pêşîgirtina zimanê nefretê yê medyayê ku yekitiya civakê û aştiya navxweyî têk dibe.
 
Xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê.
 
Veger bo pêvajoya diyaloga siyasî wek vebijarka sereke ya çareserkirina nakokiyan, dûrî hişmendiya hêz û tundiyê.”
 
MSD`ê her wiha bang li van aliyan kir:
 
“Hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî: Berpirsyariya exlaqî û siyasî ya ku we di şerê têkbirina DAIŞ`ê de girt ser xwe, niha we neçar dike ku roleke çalak di parastina Kobanê de bilîzin û pêşîgirtina li her rewşeke ku destkeftiyên di şerê terorê de hatine bidestxistin têk dibe.
 
Hêzên demokratîk ên Sûriyeyê: Parastina Kobanê parastina projeya Sûriyeyeke demokratîk û piralî ye.
 
Hikumeta demkî: Em bang li we dikin ku hûn berpirsiyariyên xwe yên neteweyî û yasayî bigirin ser xwe û hemû şêweyên aloziyê rawestînin. Ji bo gihaştina çareseriyên siyasî yên ku yekitiya Sûriyeyê û rûmeta gelê wê diparêzin, pêdivî bi diyalogeke neteweyî ya berfireh heye.
 
MSD`ê diyar kir ku ew berxwedana ku DAIŞ`ê têk bir, îro dikare hemû hewldanên dorpêçkirin û êrişkariyê pûç bike û îradeya berxwedan û jiyanê ji hemû şêweyên zilmê xurttir e. Kobanî dê her bimîne sembola azadî û rûmetê. Çawa ku Kobanê bû destpêka dawiya DAIŞ`ê, parastina wê îro jî, eger her kes berpirsiyariyên xwe yên dîrokî hilgire ser xwe, dikare bibe destpêkeke rastîn ji bo bidestxistina aramî û aştiyê li Sûriyeyê.”