Îlham Ehmed: Bi mudaxileya derve tevlîbûna 3 tumenan hat betalkirin

  • 10:13 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de hatibû qebûlkirin ku HSD weke 3 tumenan tev li bibe lê bi mudaxileyên derve ev biryar hate betalkirin. 
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî naveroka hevdîtinên bi Şamê re axivî. Îlham Ehmedê diyar kir ku Şamê ji ewil qebûl kir ku HSD weke 3 tûmenan tev li artêşê bibe lê piştre bi “mudaxileyên derve” ev biryara hate betalkirin û “tevlibûna ferdî” hate ferzkirin. 
 
Îlham Ehmedê bal kişand ser rola DYA’yê ya di hevdîtinan de û got: “Weke navbeynkar û garantor, hebûna DYA’yê ya di hevdîtinan de bi taybet jî ji bo cîbicîkirina peymanan ji bo me girîng e. Ji bo nêrînên me hîn bibin û van bigihînin Şamê, xwestin hevdîtinê bikn. Navberekê wan (Şam) qebûl kir ku HSD weke sê tûmenan tev li bibe. Dema em bi Ahmed El Şara re rûniştin, Amerîkayî jî amade bûn û mijara sê tûmenan qebûl kir. Piştre ev mijar hate sekinandin. Em wisa bawerin ku mudaxileyekî derve hate kirin û dîsa vegeriyan ser mijara tevlibûna ferdî.” 
 
Îlham Ehmedê anî ziman ku divê Cizîr, Hesekê û Kobanê di bin rêveberiya gel de be û got: “Hewceye çarçoveyeke ku rê dide gelê herêmê xwe birêve dibe esas were girtin. Ne şert e ku ev tenê ji Kurdan pêk were. Suryan û Ereb jî hene. Divê kesên bi sala ye di saziyên xizmetê de dixebitin û ewlehiya hundirîn diparêzin, rêveberiyê bidomînin.”