Fermandareke YPJ’ê: Yan serkeftin an serkeftin

  • 09:41 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ`ê Raya Mihemed diyar kir ku hêzên wan ên li Hesekê bersiva her êrişekê didin û got "Em nahêlin çeteyên hikumeta demkî derbas bibin an jî çeteyên DAIŞ´ê birevin."
 
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Raya Mihemed a ji Dêrazorê û ji eşîra Begara ye, ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku hêzên li bajarê Hesekê bi temamî amade ne ku bersiva her gefeke li dijî ewlehî û aramiya bajêr û şêniyan bidin.
 
Raya Mihemed destnîşan kir ku hêz di refên pêşîn de, nexasim li Çerxerêya Panorama belav bûne. Rayayê anî ziman ku rewşa sivîlan bi saya fedakariyên şervanan aram e û got: "Em bi temamî amade ne parastina xwe û şêniyên xwe bikin."
 
Rayayê hişyarî ji hewldanên derxistina fitneyê di nava Kurd û Ereban de da û da zanîn ku ev plan bi hewldana derbekirina biratiya gelan û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên herêmê ye, lê hişmendiya herêmê û yekgirtina pêkhateyan dikare van hewldanan têk bibin.
 
Fermandara Raya Mihemed anî ziman ku tevahî hêz û pêkhate ji bo parastina Hesekê û derdora wê di heman eniyê de ne û nahêlin çete derbas bibin.
 
Rayayê destnîşan kir ku ew nahêlin çeteyên DAIŞ´ê werin revandin û dê tevahî hewldan bi vîna şervanan û yekitiya gelan werin têkbirin.
 
Di dawiyê de fermandar Raya Mihemed got: "Vebijêrka me zelal e; yan serkeftin an serkeftin."