Yasemîn Ozgun: Li Rojava armanc qirkirina jinê ye

  • 09:07 23 Çile 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Yasemîn Ozgun der barê êrîşên li Sûriyeyê û hedefgirtina qirkirina jinan de axivî û got êrîş ji operasyona leşkerî wêdetir, polîtîkayek şerê taybet e. Yasemîn Ozgun wiha got: “Ev çete bedena jinan di qada şer de dikin alav, serdestiyê ava dikin û îşkenceyê dikin. Parastina modela azadîxwaz a jinan a li Rojava berpirsyariya hemû jinên cîhanê ye.”
 
Li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku destkeftiyên jinan hedef digire, jin li qadan dengê xwe bilind dikin. Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê re Heye Yasemîn Ozgun da zanîn ku êrîşên HTŞ’ê yên li hember jin, zarok û sîvîlan ne tenê leşkerî, êrîşek zîhniyeta serdet û polîtîk e. Yasemîn Ozgun daxuyakirin ku di cîhaneke ku jin di bin êrîşan de be tu kes ne azad e.
 
‘Êrîş raste rast nasname û bedena jinê hedef digire’
 
Yasemîn Ozgun destnîşan kir ku êrîş raste rast nasname û bedena jinê hedef digirin û ev parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. Yasemîn Ozgun wiha anî ziman: “Ev çete bedena jinê di qada şer de dikin alav. Ev çete jinan dîl digirin, li ser bedena jinê serdestiyê ava dikin, îşkenceyan dikin û bedena jinê dikin alav. Berxwedana di 2016’an de bi şerên li Kobanê dest pê kir tehdîda li ser Kurdan û cîhanê bi astek mezin ji holê rakiribû. Lê niha tehdîd dîsa zindî bûye.”
 
‘Divê demildest êrîş bên rawestandin’
 
Yasemîn Ozgun daxuyakirin ku êrîşan ji destpêkê de gelê sivîl û bê parastin hedef girtiye û ev tişt bi lêv kir: “Dîmenên îşkenceyê yên li dijî şervanên jin wek ‘aliyê herî qirêj ê şerê taybet’ hat şîrovekirin. Avêtina bedena jinan ku vê wek serkeftin dikin nayê qebûlkirin. Divê ev wek hewldaneke tunekirina destkeftiyan bê xwendin. Ev ji bo gelên Sûriyeyê windahiyek e. Ev êrîş li hember derfetan hatiye kirin û dixwazin destkeftiyan ji holê rabikin. Ji ber vê divê êrîş demildest bên rawestandin.”
 
‘Bêdengiya qada navneteweyî’
 
Yasemîn Ozgun da zanîn ku êrîşên tên kirin ne tesaduf in û îradeya jinan bûye hedefa zîhniyeta mêr. Yasemîn Ozgun di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em di nokteya ku van êrîşan şermezar dikin de bin. Divê em li dijî van êrîşan piştevaniya jinan a navneteweyî xurt bikin. Em wek ‘Însiyatîfa Jinan A Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye’ bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin. Divê em dengê xwe ji bo Sûriyeyek demokratîk bilind bikin. Hêzên navneteweyî çav û gûhê xwe girtine. Bêdeng in. Li dijî qirkirina jin û zarokan bêdeng in.”
 
Di têkoşîna aştiyê de îradeya jinê
 
Yasemîn Ozgun balkişand ser xebatên ku dimeşînin û got aştî ne tenê bêdenbûna çekan e, avakirina jiyaneke azadîxwaz a jinan e. Yasemîn Ozgun anî ziman ku ji lêgerîna çareseriya li Tirkiyeyê bigirin heta geşedanên Sûriyeyê li her qadê dengê jinan bilind dikin û wiha pê de çû: “ Em li dijî her cureyê êrîşê sekinîn. Me di her qadê de anî ziman ku divê aştî di esasa mudaxîlbûna jinan de pêş bikeve. Me rapor amade kirin û bi komîsyonan re hevdîtin kirin. Me li ber meclîs û qadên cuda dengê xwe da bihîstin. Ji bo jiyaneke adîlane û aştiyane me bang kirin. Tu kes nikdare li dijî van bûyerên dawî çavên xwe bigire. Em hemû ji kurahî bi bandor bûn. Di vê mijarê de divê em ji nû ve gavan bavêjin. Em ê xebatên xwe bidomînin. Li herêmê pêvajoyên şer jixwe tirs û bêewlehiyê diafirîne. Lê bi bûyerên dawî re gel ji nû ve di van şerên giran de koçber kirin. Ev nikare bê qebûlkirinê. Divê tundiya li ser jinan bidawî be. Divê her kes bi ewle jiyana xwe bidomîne. Em di vê mijarê de ji hemû rêxistinên jinan piştevaniyê dipên. Divê em li cem jinên Rojava bin. Divê em li dijî patriyarkalê ku bedena jinê dike alav, bi hev re têbikoşin. Ez careke din banga piştevaniyê li hemû rêxistinên jinan dikim.”