'Berxwedana jinên kurd pergala mêr serobin kir'

  • 09:03 23 Çile 2026
  • Rojane
STENBOL - Rêvebera DBP’ê Fatma Yenî der barê geşedanên li Sûriyeyê de axivî û got divê pêvajoya muzakereyê bidome û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. 
 
Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çile de êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin û êrîş niha li herêmên di bin rêveberiya xweser a Rojava didomin .Jinên li dijî çeteyan berxwe didin, di dema êrîşan de îşkence li bedena wan tê kirin.  Rêvebera Buroya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê  Fatma Yenî der barê mijarê de axivî û da zanîn ku jin li Rojava li ber xwe didin û wiha got: “Berxwedana jinên Kurd pergala çavsor a mêr serobin kir.”
 
‘Jinên Kurd meşiyan azadiyê’
 
Fatma Yenî bertek nîşanê êrîşên HTŞ’ê yên  lidijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û got: “Jinên Kurd di xeta azadiyê de meşiyan. Ev li gorî hesabên modernîtaya kapîtalîst nehat. Jinên Kurd ji gelên Rojava re jiyanek wekhev ava kir. Lê çeteyên çavsor yên HTŞ û bi çeteyên  Tirkiyeyê re êrîşê wir kirin. Li Rojava gel bi hev re li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşanid. Destkeftiyên Kurdan wisa hêsan nayên berdan.”
 
‘Destkeftiyên Kobanê bû sedema hêrsa tolgirtinê’
 
Fatma Yenî geşedanên li Sûriyeyê nirand û got êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayê wê berhema zîhniyeta serdest e û wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd li Rojava berxwedan nîşanda. Berxwedana jinan pergala serdest ya mêr serobin kir. Çeteyên HTŞ’ê bedena jinê hedef girtin û îşkence li zarokan kirin. Êrîşên li hember galan asta mirovahiyê bezandiye. Destkeftiyên li Kobanê bûn sedema hêrsa tolgirtinê.”
 
‘Pêvajo di xetereyê de ye’
 
Fatma Yenî balkişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ev nirxandin kir: “Rêber Abdullah Ocalan zanyarekî li dijî modernîteya kapîtalîst serî natewîne ye. Fikra Abdullah Ocalan yekena fikra ku mirovahiyê rizgar dike ye.Birêz Ocalan ronahiye. Pêvajo niha di xetereyê de ye. Yekane hêza li pêş şerên tê meşandinê Abdullah Ocalane. Paradîgma wî ya demokratîk û azadixwaze. Vê paradîgmayê çawa li Kobanê li Rojava bi ser xist wê li her çar alî Kurdistanê biser bixe.”
 
Daxwaz
 
Fatma Yenî di dawiya axaftina xwe de daxwaz rêz kir û got: “Em bang li komara Tirkiyeyê dikin. Em gelê Kurd ne li alî şer in. Em dixwazin jiyaneke azad û wekhev pêk û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Daxwaza me berdewamkirina pêvajoyê ye. Bila mafê hêviyê pêk bê.”