Li Kantona Cizîrê gel bajaran diparêze
- 00:05 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Cizîrê, gel bi hêzên ewlehiyê re bajaran diparêze.
Gelê li herêm û bajarên Kantona Cizîrê dijîn, di çarçoveya seferberiya giştî de bi hêzên ewlehî û leşkerî re bajaran diparêze. Gel, hêzên leşkerî, yekîneyên ewlehiyê û Hêzên Paratina Civakî bi hev re li kolanan û taxan dewriye digerin û li dijî êrîşan paratsinê dikin.
Welatiyên nobetê digirin jî diyarkirin ku armanca dewriyeyanji bo parastina gel, tespîtkirina tevgerên bigumane û li dijî tehdîdên çeteyan tedbîr girtine.







