Zanîngeha Silêmaniyê piştgirî da berxwedana Rojava
- 15:28 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê, xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de banga rawestandina êrişan hate kirin.
Li seranserê Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed axivî û got; “Em dijî êrişên çekdarên Colanî yên ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe didin nîşandan. Em banga rawestandina êrişan dikin.”
Kosar got ku ew bi hemû awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û bang li aliyên siyasî jî kirin ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan, bibin yek û got; “Niha gelê me hemû bi hevre piştgiriya Rojava dikin, lewma divê aliyên siyasî jî vê yekîtiyê bibînin.”







