Saziyên Kurdan ên li DYE’yê ji bo Rojava bang li Kongreyê kirin

  • 11:09 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 11 saziyên Kurd ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê xebat dimeşînin û Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Bellevue ya eyaleta Washington siyasetmedara Kurd Naren Briar ji bo Rojava bang li Kongreya DYE’yê kir ku berpirsyarî bigire.
 
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku êrîş dibin sedem ku Kurd û gelên din bi zorê ji cihê xwe bên kirin û rû bi rûyê binpêkirinên mafên mirovan û xeteriya komkujiyê dimînin. Hat destnîşankirin ku hêzên dewleta Sûriyeyê bi hezaran girtiyên DAÎŞ’î berdane û hate ragihandin ku rêveberiya Şera agirbestê red dike, bi êrîşan hewl dide desthilatdariya xwe xurt bike, welêt rû bi rûyê karesateke mirovî û gefeke qirkirinê ya muhtemel e.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DYE’yê tevî tifaqa bi QSD’ê re ya li dijî DAÎŞ’ê, mudaxileyî êrîşan nekir û hate destnîşankirin ku rewşa li Rojava mîna dema sala 2014’an e.
 
Bang li endamên Kongreya DYE’yê hate kirin ku êrîşên hikûmeta Sûriyeyê li ber raya giştî şermezar bikin û ji bo rawestandina êrîşan zextê li rêveberiya DYE’yê bikin. Her wiha bang li tevgerên civakî yên li DYE’yê jî hate kirin ku piştevaniya bi gelên Rojava re mezin bike û zextê li ser Kongreyê bike.
 
Saziyên Kurdan û Naren Briar daxwaz kirin ku DYE demildest mudaxile bike û êrîşan rawestîne, milîsên bi piştgiriya Tirkiyeyê bên vekişanin, ji bo Sûriyeyeke federatîf a ku hemû mafên gelan bixe bin ewlehiyê bi QSD’ê re car din muzakere destpê bikin û çavdêrên navneteweyî tevlî hevdîtinên siberojê bên kirin.
 
Îmzevan:
 
*Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR)
*Komeleya Kurd a Washington (KAWA)
*Navenda Civaka Kurd a Kalîforniya (CalKurd)
*Navenda Çandê ya Kurd a Illinois (KCCI)
*Komeleya Perwerdeyê ya Emerîkayê ya Kurd a Los Angeles
*Komeleya Kurd a New England (NEKA)
*Civata Kurd a Başûrê Kalîforniya (KCSC)
*Komeleya Kurd a Emerîka (AKA)
*Meclîsa Civakên Kurdistanê
*Koma Emerîka ya Kurd (KAG)
*JudiKA
*Naren Briar, rayedara hatî hilbijartin (Bajarê Bellevue, WA)