Çalakiya li ber baregeha koalîsyonê di roja 8'emîn de ye
- 14:17 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên ku li ber baregeha koalîsyona navneteweyî ya li Qesrikê çalakiya rûniştinê dikin, di roja 8'emîn de çalakiya xwe dewam kirin.
Çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya şêniyên bajarên kantona Cizîrê li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî li Qesrikê, bakurê bajarê Hesekê, di roja xwe ya 8'emîn de berdewam dike.
Îro, çalakvanan, rêya ku ber bi baregehê ve diçe girtin û bêdengiya navneteweyî li hember êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî şermezar kirin.
Çalakvanan ji Hevpeymaniya Navneteweyî xwestin ku erkê xwe pêk bîne, peymana 10`ê Adarê bi cî bîne û şer rawestîne.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe li hember êriş û komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ku Hevpeymaniya Navneteweyî daxwazên wan bicîh bîne bidomînin.







