Bang li Almanyayê kirin:Şara sûcdarê şer e, divê bê cezakirin
- 18:00 15 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) bi gotina “Colanî sûcdarê şer e" bertek nîşanî ku wê hefteya pêş Colanî biçe Berlînê dan.
FEDA û DAKB’ê li ser nûçeya ku serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara (Colanî) wê hefteya bê serdana Berlînê bike daxuyanî dan û gotin: “Sûcdarekî şer ê berpirsiyarê gelek komkujiyan û sûcên qirkirinê yên etnîkî û olî yên Sûriyeyê li Almanyayê wekî 'serokê dewletê' tê naskirin skandaleke ku nayê qebûlkirine.”
FEDA û DAKB diyar kirin ku serokê HTŞ’ê û yek ji sûcdarên sûcên li dijî mirovahiyê Colanî "nabe ku îro bibe 'mêvanekî dewletê' û muxatabekî siyasî” û bi gotina: "Hevdîtina bi sûcdarên şer re hevkariya sûc e" bertek nîşan dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ger Elmanya bi rastî dixwaze koçberiyê rawestîne û misoger bike; ne bi kesên ku şer bi rêxistin dikin re, divê kesên ku şer dijîn re biaxive. Ewlehî bêyî edaletê nayê avakirin. Edalet bi bazariya bi sûcdaran re nayê misogerkirin.”
Di daxuyaniyê de ev bang ji bo Elmanya hat kirin: “Colanî sûcdarekî şer e; divê were girtin û darizandin. Daxwaza edaletê ya Elewî, Kurd û gelê Sûriyeyê nayê paşguhkirin.Divê Almanya nebe şirîkê sûcên qirkirinê yên li dijî Elewî, Kurd û Durziyan. Divê Almanya demildest serdana Colanî betal bike; Divê bi gel, jin û kêmneteweyên ku li Sûriyeyê aştiyê dixwazin re di nava hevgirtinê de be.”







