PENa Kurd bertek nîşanî êrişan da

  • 14:54 15 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Birêvebir a Navenda PENa Kurd têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên li dijî gelê kurd nerazîbûn nîşan da û got:"Bila pênûs bibin mertal li hember şûrên faşîstan. Bila peyv bibe derman ji bo birînên kûr ên neteweyekê ku tenê tawana wî ew e ku dixwaze xwe be."
 
Komîteya Birêvebir a Navenda PENa Kurd têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên li dijî gelê kurd daxuyaniya nivîskî weşand. PENa Kurd wiha got:"Em daxwaz dikin ku li hember vê drindetiyê, cîhan û bi taybetî 'PENa Navneteweyî' bêdeng nemînin û piştgiriya dengê jinan û xebatkarên azadiyê bikin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di wê qada felsefî de ku tê de "hebûn" di nav mîlîmlaneyekê de ye ligel "tunebûnê", gelek heye ku dîroka wî bi xwînê û erdnîgariya wî bi derbaskirina sînorên destçêkirî hatiye nexşandin; ew gel 'Kurd' e. Ev netew e, ku wekî darberûyên çiyayên serbilind rehên wî di kûrahiya axê de ne, tenê ji bo parastina nîştimanekî naxebite, lê belê di çeperê herî pêş de ye ji bo parastina "rûmeta mirovahiyê".
 
Li vir, ev gotar tenê vegotina rûdanên siyasî nîne, lê belê rakirina wê perdeya stûr a faşîst û nijadperest e ku dixwaze bi navê ol û neteweyê, ziman, çand û hebûna neteweyekê ji nav bibe. Ev qêrîneke edebî û felsefî ye ji kûrahiya birînên Rojhilata Navîn ber bi navenda (PENa Navneteweyî) ve, da ku bizanibin pênûs heger nebe dengê bêdengkiriyan, dê bibe hevkara celadan. Em daxwaz dikin ku li hember vê drindetiyê, cîhan û bi taybetî 'PENa Navneteweyî' bêdeng nemînin û piştgiriya dengê jinan û xebatkarên azadiyê bikin.
 
Yekem: Ziman wekî 'xana hebûnê'; dema ziman dibe çeperê mayînê
 
Martin Heidegger dibêje: 'Ziman xana hebûnê ye.' Heger em vê gotinê wekî bingeheke felsefî wergirin, nexwe dema neteweyek ji zimanê xwe bêpar tê hiştin, di rastiyê de ji 'xanî' û ji 'hebûna' xwe bêpar hatiye hiştin. Zarokê Kurd, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava, di sedsala bîst û yekê de hîn jî ji mafê bingehîn ê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar e. Ev tenê siyaseteke çewt nîne, lê belê 'jenosîda spî' ye (White Genocide).
 
Dema zarokek neçar dibe bi zimanekî bifikire ku ne zimanê xewnên dayika wê/wî ye, pêvajoya qutbûna ji kok û nasnameyê dest pê dike. Kurd di rabirdû û niha de jî, li hember vê hişmendiya 'DAIŞ'î' de berevaniyê di rûmeta mirovahiyê de dike. Kurd xweragiryê dike ji bo ku cîhanekê ava bike ku tê de 'cudahî' bibe ciwanî, ne ku bibe sedema kuştinê. Lê neyarên Kurdan, şer û drindetiyê ji aştiyê çêtir dibînin, çimkî hebûna wan li ser jêbirina 'yê din' hatiye avakirin
 
Li Rojavayê Kurdistanê, dibistanên ku divê bibin navendên rewşenbîriyê, ji aliyê dagirkeriya Tirkiye û milîsên wan ên tundrew ve bûne qada jêbirina dîroka Kurdî. Zimanê Kurdî, wekî yek ji kevntirîn zimanên Arî, di bin metirsiya tunebûnê de ye. Parastina vî zimanî, erkeke cîhanî ye, çimkî her zimanek bimire, parçeyek ji wijdanê mirovahiyê ligel xwe dibe goristanê.
 
Duyem: Rojava; di navbera çakûçê rejîmê û sindana faşîzma olî de
 
Rewşa Kurd li Rojavayê Kurdistanê manîfestoya êşeke bêdawî ye. Heger duh rejîma Baas a Esed bi navê 'neteweperestiya erebî' Kurd diçewisandin, îro ew komên ku xwe wekî 'opozîsyon' didin naskirin, karesateke mezintir diafirînin. Ew ne tenê faşîstên siyasî ne, lê belê 'faşîzma olî' li xwe kirine û "cihadê" li dijî Kurdan radigihînin.
 
Desthilatdariya niha li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ji rejîma berê ya Esad xirabtir e. Li vir fetwayên olî tên dayîn ji bo helalkirina xwîn û malê Kurdan. Ev heman hişmendiya DAIŞ'ê ye ku tenê reş dibîne û tenê bi zimanê mirinê diaxive. Xebatkarê Kurd li her derê jiyanê hez dike, heta wê radeyê ku amade ye jiyana xwe feda bike da ku 'jiyaneke demokratîk û aştiyane' ji bo nifşên dabeşbûyî dabîn bike. Ew berevaniyê di wekhevî û azadiya jinan de dikin, di dema ku dijminên wan berevaniyê di hişmendiyeke radîkal û drinde de dikin ku jinê wekî 'kole' û mirov wekî 'nêçîr' dibînin.
 
Sêyem: Ekranên kînê; dema medya dibe amûra 'dîvkirinê'
 
Mixabin, medyaya welatên serkutker (Tirkiye, Îran û bi taybetî medyaya erebî) bûne serekek ji bo belavkirina kînê. Tiştê ku metirsîdar e, ew e ku ev kîn tenê ji devê şerkeran dernakeve, lê belê 'nuxbeya rewşenbîr' û mamosteyên zanîngehan li ser wan kanalan bi zimanê faşîstên sedsalên navîn diaxivin. Dema doktorekî zanîngehê fetwaya cihadê li dijî gelekî dide, ew wijdanê tevahiya wê neteweyê dixe bin pirsê.
 
Ev medya pêvajoya "dîvkirinê" (Demonization) ya Kurdan bi rêve dibin. Kurdan wekî 'kafir', 'cudaxwaz' û 'metirsî' nîşan didin da ku kuştina wan li cem cemawer bibe karekî asayî û heta 'pîroz'. Ev gotara jehrî bariya derûnî ya neteweyekê têk daye, çunkî mirovê Kurd dibîne ku heta di 'peyvê' de jî mafê jiyanê jê re rewa nayê dîtin.
 
Çarem: Dîmenê jina li Helebê; şikesta exlakî ya hişmendiyeke tarî
 
Dîmenê avêtina jineke ciwan a Kurd ji avahiyekê li Helebê ji aliyê çekdarên tundrew ve, ku bi komî hawar dikirin 'Allahu Ekber' û hên û nifirên herî pîs lê dikirin, tenê tawana şer nîne; ew wêneyê rastîn ê wê faşîzmê ye ku niha rûbirûyê Kurdan dibe.
 
Ev dîmen dîroka 'DAIŞê' tîne bîra me. Li vir navê Xwedê dibe hincet ji bo sivkayetîkirina bi rûmeta jin û mirov. Ev nîşana şikesta exlakî ya wê çanda siyasî û olî ye ku rê dide bi navê pîroziyan nizmtiro tawan were kirin. Ev jin bû sembola hemû wan êşan ku jina Kurd di rêya azadiyê de dikişîne. Li ku ye wijdanê cîhanê? Li ku ye dengê nivîskarên ereb, tirk û fars li hember vê karesatê?
 
Pêncem: Dawiya serdema xîlafetê û hewcehiya rêzgirtina li 'yê din'
 
Pêdivî ye neteweyên cîran (Tirk, Fars û bi taybetî Ereb) ji vê fam bikin ku serdema xîlafet û împaratoriyan bi dawî bûye. Cîhana îro cîhana diyalog û pêkvejiyanê ye. Nabe bi hişmendiya sedsala heftan hikum li sedsala bîst û yekê were kirin.
 
Kurdistan, dergûşa şaristaniyê, mafê wê ye ziman û çanda xwe hebe. Em daxwaza jêbirina kesî nakin, lê belê em daxwaza 'wekheviyê' dikin. Lê pêkvejiyan bi fetwa û kînê pêk nayê, lê belê bi naskirina mafên hevdu dest pê dike. Pêdivî ye ev netewe ji wê kîna dîrokî rizgar bibin û wekî mirovekî serdemane li mafên bingehîn ên Kurdan binêrin.
 
Şeşem: Bêhêvîtî di navbera ekrana medyayê û bendewariya 'PENa Navneteweyî'
 
Em wekî Kurd, di navbera ekrana mobîl û televizyonên xwe de tîdamane. Rojane li dû nûçeyeke baş digerin, li dû dengekî mirovdost di nav nuxbeya rewşenbîr a cîranên xwe de digerin, lê belê tiştê ku tê dîtin bêdengiyeke mirinê ye. Ew rewşenbîrên behsa demokrasiyê dikin, dema mijar dibe Kurd, dibin neteweperestekî tundrew. Ev bêdengî, hevkarî ye ji bo kujer.
 
Hevtem: Daxwazên 'PENa Kurd' ji 'PENa Navneteweyî'
 
Em ji vir, wekî Navenda PENa Kurd, daxwazê ji tevahiya wijdanê zindî yê cîhanê û rêxistina PENê dikin:
 
1.Dengê xwe bilind bikin: Li hember vê drindetiya li dijî Kurdan tê kirin bêdeng nemînin. Bêdengiya we hincetê dide faşîzmê.
 
2.Piştgiriya jinan bikin: Xebata jinên Kurd ji bo aştî û demokrasiyê, tenê xebateke neteweyî nîne, lê belê xebata mirovahiyê ye dijî tarîperestiyê.
 
3.Parastina ziman: Zextê li welatên dagirker bikin ji bo dawîanîna bi 'jenosîda zimanî' û dabînkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê.
 
4.Çavdêriya gotara kînê: Divê 'PENa Navneteweyî' helwesteke wê hebe li hember wan kanal û nivîskarên fetwaya cihad û kuştinê dijî gelekî belav dikin.
 
5.Tîmek ji bo lêkolînê: Divê komîteyeke navneteweyî lêkolînê di wan tawanan de bike ku li Efrîn, Heleb û herêmên din ên Rojava li dijî welatiyên sivîl tên kirin.
 
Dawî: Xewnek ji bo asoyeke ronî
 
Di dawiyê de em dibêjin: Kurd ne gelek e ku tenê ji bo mirinê hatibe afirandin. Em gelekî zindî ne û xwedî edebiyat û felsefeyeke tije jiyan in. Rojhilata Navîn bêyî Kurdan, wekî laşekî bê ruh e. Em daxwaza jiyaneke mirovane dikin, ku tê de zarokên me li şûna peyva şer, peyva aştî di dibistanan de hîn bibin.
 
Bila pênûs bibin mertal li hember şûrên faşîstan. Bila peyv bibe derman ji bo birînên kûr ên neteweyekê ku tenê tawana wî ew e ku dixwaze xwe be.
 
Pênûs, divê bibe qêrîna wê bêdengiyê ku salên dûr û dirêj e li ser Kurdistanê hatiye kişandin."