‘Dilê gelê Kurd ji bo Heleb û Rojavayê diavêje’

  • 13:53 15 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê şi dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMO'yê Pirsûsê meşeke li dar xist. Keskîn Bayindir di di daxuyaniya piştî meşê de axivî û wiha got: “Agirê ku li Helebê hatiye pêxistin dê her derê bişewitîne.”
 
Çeteyên HTŞ û SMO'yê di 6'ê Çileyê de bi hezaran çeteyan xwe ve êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di êrişan de gelek Welatî jiyana xwe ji dest dan û sed hezaran welatî jî ji cihên ku lê dijiyan koçber bûn.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û Rojavayê li navçeya Pirsûsa Rihayê bi dirûşma, “Rojava hêvî ye, wijdan e: Gelê Rojava ne bi tenê ye” meşekê li dar xist. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî, Parlamenter û Hevşaredarên DEM Partiyê û bi hezaran welati tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mîrovahiyê” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava, Rojava Rojhilat e Kurdistan yêk welat e” Kujer HTŞ hevkar AKP” hate berzkirin.
 
Girse li Qada Pirsûsê kom bû û dest bi meşê kir. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
 
 
Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî. Ayşe Surucu diyar êrişên li ser Kurdan tên meşandin pêk tê şermezar kir û wiha got: “Em li Pirsûsê berxwedana gelê Kurd ya ku ji bo azadiyê silav dikin. Dilê me li cem gelê me ye.”
 
‘HSD birayê me ye’
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir diyar kir ku ew bi rojan in ji ber êrişan li ser pêyan in û wiha axivî: “Yê ku me rakiriye li ser pêya Ziyad Heleb û gelê Kurd e. Em ê li pey şopa wan bin. Heta ku statûya Rojava bê qebûlkirin dê gelê Kurd li ser pêya bê. Em dizanin ku zihniyata DAÎŞ û HTŞê dixwaze statûya gelê Kurd tune bike. Lêm em dizanin ku tu hêza wan tune ye. Enqereyê her roj daxuyanî tê dayîn tê gotin ‘Em dikarin alîkarî bidin HTŞê.’ Lê gelê Kurd li Rojavayê ji wan re bike goristan. Tê gotin HSDê bila Deyr Xafirê pêş ve vekişê. Lê herderê Kurdistanê sîpera me ye. Îro bi destê vezaratê Tirkiyeyê tê xwestin pêvajo bê xira kirin. Paşê jî dibêjin HTŞê birayê me ye. Em jî dibêjin HSD birayê me ye. Agirê ku Helebê hat pêxistin dê dê her derê bişewitîne. Yê ku dixwazin Rojava têk bibin bila Kobanê meyzênin. Me wan li Kobanê bin xist.”
 
‘Dilê gelê Kurd ji bo Heleb û Rojavayê diavêje’
 
Di dawiya daxuyaniyê de Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku dengê wan diçe Kobanê û ev tişt ani ziman: “Tiştên ku li Kobanê qewimin di hişê gelê Kurd de ye. Li Kobaniyê kuştin û koçberî çêbûn. Ji bona wê, dilê gelê Kurd ji bo Heleb û Rojavayê diavêje. Ji me re behsa bangawaziya 27ê Sibatê tê kirin. Bêle em jî jixwe bi salan e ji bo vê bangê têdikoşin. Ji bo jiyanek hevpar em li ber xwe didin. Bangawaziya 27ê Sibatê ji bo her kesî ye. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ziman ji bo pêşxistina pêvajoya bila hebê. Lê em dibînin ku zimanê wan li dijî pêvajoyê ye.”