Ber bi sînorê Kobanê ve meş: Şer rawestînin!
- 13:36 15 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Jinan beriya meşa li Pirsûsê axivîn û gotin: "Em aştiyê dixwazin, em dixwazin şer li her derê raweste."
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li dijî êrişên Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Pirsûsê ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe.
Jinan bi dirûşmeya "Rojava hêvî ye, wijdan e" ji bo meşê li hev civiyan û li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dan, daxwaza bidawîanîna şer kirin û gotin: "Em li her derê aştiyê dixwazin, bila şer raweste."







