Li Dêr Hafirê gund tên bombebarankirin
- 20:04 14 Çile 2026
- Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Piştî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sewqiyatên leşkerî yên komên HTŞ'ê ber bi Dêr Hafirê zêde bûne. Gund û bajarok tên topbarankirin.
Ji çend rojan ve li eniyên başûr, rojava û bakur ên derdora bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê sewqiyetên leşkerî yên zêde hene, li gel van sewqiyetan gund û bajarok tên topbarankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ku dispêre çavkaniyan, hat diyarkirin ku çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murad ên hikumeta demkî yên tevli van êrişan dibin. Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê çete li seranserê gundên Resim El Hermel û El Yemam ê bakurê Dêr Hefirê, li Til Maiz, Hemîma Kebîr, Hemîma Sexîr û Um Zelîle yên rojavayê bajêr belav bûne. Digel wê jî tevgerên leşkerî ji başûrê Dêr Hafir ber bi Sebxa El Cebûl ve jî hatine şopandin.
Di êrişên dawî yên beriya çend rojan li wan eniyan de 3 kesên bi navên Zekeriya El Setof, zaroka 10 salî û zarokê 15 salî jiyana xwe ji dest dabû. Beriya 2 rojan jî çeteyan bi guleyên sekvanê welatiyek li ser pira Ebû Henaya qetil kir.
Gundên ku her tim tên topbarankirin; Til Hesaf, Zibêdî, Mebûce, Um El Mura, El Ehmediye, Resim El Kirûm, Kiyariyê û Um Tîne in, li van gundan nêzî 15 hezar kes dijîn. Nêzî 89 hezar welatî li bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê dijîn.







