Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Giessenê hat protestokirin
- 20:58 13 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Giessen a Almanyayê êrîşên çeteyên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin û hat gotin ku bi rihê berxwedanê dikarin van êrîşan pûç bikin.
Li bajarê Giessen ê eyaleta Hessen a Almanyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mitîng hat lidarxistin.
Di mîtîngê de wêneyên sivîlên ku li Şêxmeqsûdê hatine qetilkirin û alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, Kurdistan yek e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Giessenê Şerîf Narman axivî û diyar kir ku di vê serdemê de pêwîstiya xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd heye. Narman bal kişand ser komkujiyên li Şêxmeqsûdê û got, "Dewleta Tirk û DAÎŞ'ê êrîşî Şêxmeqsûdê kirin. Tiştê herî girîng ku îro divê em bikin ew e ku em bibin yek. Em bi rihê berxwedanê dikarin van êrîşan pûç bikin."







